Wezîrê Tendirustî: Vaksîn li hemû Iraq û Herêma Kurdistanê tê dabeşkirin

01-03-2021
RÛDAW
Nîşan Vaksîna Corona Herêma Kurdistanê Iraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Tendirustî û Jîngehê yê Iraqê ragihand ku îro yekem karwanê vaksîna dijî vîrûsa Coronayê digihe Iraqê û her îro dest bi tomarkirina navên welatiyan dikin bo wergirtina vaksînê.

Wezîrê Tendirustî û Jîngehê yê Iraqê Dr. Hesen Temîmî ji ragihandina fermi ya Iraqê re axifî û got: “Duşembê 1ê Adara 2021ê yekem karwanê vaksîna Sinopharm dijî vîrûsa Coronayê ji Çînê digihe Iraqê, ew karwan bê beramber e û hikûmeta Çînê wek diyarî daye Iraqê, vê hefteyê jî yekem karwanê vaksîna dijî Coronayê di çarçoveya hevpeymaniya COVAXê de digihe Iraqê ku 1 milyon û 725 hezar û 600 doz in, me 605 navendên tendirustî jî destnîşan kirine, wate bo her navçeyekê me 5 navendên tendirustî destnîşan kirine, bo dana vaksînê.”

Wezîrê Tendirustî û Jîngehê yê Iraqê da zanîn ku Duşembê 1ê Adara 2021ê malpera elektronîk li Iraqê tê aktîvkirin bo tomarkirina navên wan welatiyên dixwazin vaksînê werbigirin. Ev di demekê de Wezîrê Tendirustî û Jîngehê yê Iraqê roja 27 Sibatê gotibû: “Li gor rêkeftina Iraqê ya ligel hevpeymaniya COVAXê, ku 190 welat endamên wê ne û kar bo misogerkirina dabînkirina vaksîna dijî Coronayê bi awayekî yeksan bo hemû endamên xwe dike, hevpeymanî 16 milyon doz vaksîna AstraZeneca Oxfordê bi zêdeyî 160 milyon dolar bo Iraqê dabîn dike.”

Wezîrê Tendirustî û Jîngehê yê Iraqê Dr. Hesen Temîmî got: “Vaksîna dijî vîrûsa Coronayê li gor plana hatiye danîn destpêkê bo karmendên sektora tendirustî û hêzên ewlekariyê tê dayîn. Piştre kesên bi temen û yên nexweşiyên wan ên demdirêj hene werdigrin.”

Hevdem Berdevkê Wezareta Tendirustî û Jîngehê ya Iraqê Dr. Seyf Bedir ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: “Her vaksînek bigihe Iraqê, bi ser hemû parêzgehên Iraqê de tê dabeşkirin, Herêma Kurdistanê jî ligel.”

Heta niha 695 hezar û 489 kes li Iraq û Herêma Kurdistanê bi Coronayê ketine, 635 hezar û 931 ji wan pêketiyan baş bûne, lê 13 hezar û 406 pêketiyên Coronayê canê xwe ji dest dane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst