Swêd jinên sinetkirî emeliyat dike

Swêd (Rûdaw)- Nexweşxaneyekê li Swêdê dest bi dermankirina wan jin û keçên ku ji ber êşa derûnî û gewdeyî ya sinetkirinê dinalin kir û yekemîn niştergerî jî bo jineke sinetkirî kir.

Peymangeha Karolinska li Stockholmê jinên sinetkirî bi tevahî rehet dike. Doktor Hans Siguryunson endamê wê peymangehê ye ku yekem emeliyata bi vî rengî li Swêdê kiriye, dibêje niha sê jinên din dora xwe girtine bo emeliyatê.

Siguryunson dibêje, lêkolîn nîşan didin ku bi riya vê niştergeriyê jinên sinetkirî wek jinên normal tam û xweşiyê ji cotbûn û seksê dibînin.

Ev niştergerî beriya çend salan li Fransayê hatiye kirin. Heta niha ew niştergerî ji 5 hezar jinan re li Fransayê hatiye kirin.

Li gorî lêkolînan, ji sedî 98ê wan jinên ku li Fransayê ew niştergerî derbas kirine, dibêjin ew êşa ku sinetkirinê li wan peyda kiribû, nemaye. Herwiha ji berê çêtir xweşiya seks û cotbûnê dibînin.

Siguryunson dibêje, zilqitik bi timamî nayê rakirin, lewma bi riya vê niştergeriyê dikare ji nû ve wek berê lê bê kirin.

Sinetkirina jinan sala 1982 li Swêdê hate qedexekirin û li derveyî Swêdê jî zarok bê sinetkirin weke tawan tê hejmartin. Heta niha mijara sinetkirinê li Swêdê ne eşkere ye. Lê di du dozan de ku li derveyî Swêdê hatibûn kirin, ceza bi dû xwe de anîn. Beşê herî zêde yên kesên ku hatine sinetkirin, beriya ku koçî Swêdê bikin hatine sinetkirin.

Li gorî serjimêriyeke Encumena Karûbarên Civakî ya Swêdê, 38 hezar keç û jinên sinetkirî li Swêdê hene ku 7 hezar ji wan keç in û temenê wan di bin 18 salan de ye.

 

Herwiha li gorî serjimêriyên Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî ya girêdayî NY, li seranserê cîhanê 140 milyon keç û jin hatine sinetkirin. Sinetkirin li welatên Afrîqayê pir zêde ye, lê li Rojhilata Navîn jî ne kêm e.

 

Xadra Sêrar keçeke afrîqî ye ku niha li Swêdê dijî û hatiye sinetkirin. Çend nasên wê hene ku dixwazin vê emeliyatê bikin.

 

Sêrarê got: “Gava ez bi hevalên xwe re behsa vê mijarê dikim, hemû li hember vê geşbîn in. Ez gelek kesan nas dikim ku amade ne wî doktorî bibînin û bên testkirin, da zanibin şensê wan çend e ku piştî vê emeliyatê baştir bibin.”