Îraqa nû ya Komara Îslamî ya Îranê!
Bêyî razîbûna Îranê, ti partiyeke Şîe û Kurdî nikarîbû bi Ewropa û Amerîkayê re tevbigere
Bêyî razîbûna Îranê, ti partiyeke Şîe û Kurdî nikarîbû bi Ewropa û Amerîkayê re tevbigere
Ji dema ku Koşka Spî danûstandinên Dohayê wekî "derfeta dawî" bi nav kir, derket holê ku çend dîplomatkarên wê yên fena Brett McGurk şaş bûn. Tê bêjî qey tiştek ji wê dîroka dûrdirêj a danûstandina di navbera Îsraîlî û Filistîniyan de fêm nekirine ku zêdeyî 50 salî ye berdewam dike bêyî ku encameke şênber hasil bike.
Şensê Îranê bi kêmanî hetanî meha kanûna paşîna sala bê, di wê yekê de ye ku rêveberiya Joe Biden li ser heman hêla fikirînê ye û naxwaze ne Îsraîl û ne jî Îran bidin ser rêya berfirehkirina cengê
Têkilî û pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Yekîtiya Ewropayê (YE), li ser çend astên mîkrostratejîk xwedî girîngiyeke herî mezin in. Ev têkilî yek ji mercên sereke yên hebûn û paşê berdewamî û xurtbûna Herêma Kurdistanê li Rojhilata Navîn in, xasma ku Rojhilata Navîn bê navber di nav proseya xwe jinûve avakirinê de derbas dibe.
Rast e em xeletiyeke mezin dikin heger em wisa bawer bikin ku hemû kesên ku dengên xwe dane van koman nijadperest, faşîst û nazîst in
Îslam, koçber, serpoş, teror, aboriya niştimanî, qanûna rewşa civakî, vegera li malbatê, dijberiya guhertina zayendî, mijara jiberbirina zarokan, paşê pergala reftara bi Amerîka, Rûsya û Çînê re, paşê jî navendîkirina artêşê û gelek mijarên din ew qad in ku rastgir û rastgirên tundrew li Ewropayê ji bo organîzekirina raya giştî ya civakên Ewropayê û bi destxistina dengên herî zêde bi kar tînin
Piştî zêdetirî 9 saetan ji derewandin û nûçeyên berevajî û lavakirinên seba vegera wî, Komara Îslamî ya Îranê di dawiyê de bi awayekî fermî mirina serokkomarê xwe piştrast kir. Yekşema borî, piştî nîvro, Îraniyan behsa helîkoptera serok a ku bi neçarî daketibû, dikir.
Bê şik, dibe ku derketina Amerîkayê bibe sedema têkçûna tevahî ya Îraqê lê halê hazir û ji bo van hemû mijaran pêwîstiya Îraqê bi projeyeke stratejîk heye
Ya ku ji bo me girîng e xwîna sor a Amerîkî ye û qediya!
Sala borî (2023) bi gelek xewnên mezin ên Rojhilateke Navîn a aram û bi geşbûna aborî dagirtî dest pê kir lê bi şer, hilweşîn, teror û agirbaranê kuta bû. Li gorî hemû daneyên li ber dest, destpêka îsal (2024) dê hîn xirabtir be. Di dawiya 2023yan de pêşbîniyên teqînan li çend welatên Rojhilata Navîn, wek mînak Filistîn, Îsraîl, Sûriye, Libnan, Yemen, Lîbya, Sûdan û Îraq gelekî bihêz in.
Sala 2024an ji bo Yekîtiya Ewropayê (YE) dê saleke pir dijwar be. Derfeta derketina holê ya krîzên mezin lap xurt e. Texmîna ku piraniya welatên Yekîtiya Ewropayê jê ditirsin, ji bilî Îtalyaya Miloni û Meceristana Orban, di asteke bilind de ye û gengeşeya yekem a li pişt perdeyên dîplomatîk ev e: Vegera Donald Trump li Koşka Spî!
Bûyerên Rojhilata Navîn bala me careke din dibin ser wê hevpeymaniya nefermî ya ku li ser îdarekirina dosyeyên cuda yên navçeyê, di navbera Amerîka û Îranê de heye. Ev her du zilhêzên cîhanî û herêmî, dûrî hemû prensîbên xwe yên îdeolojîk û dûrî sîstemên xwe yên nirx û pîvanên exlaqî yên navxweyî û tenê di çarçoveya ewlekarî û berjewendiyên xwe yên niştimanî de li hev dikin ku karkirina wan a bi hev re seba îdarekirina alozî, nakokî, hevdijî û astengiyên Rojhilat, hem ji bo Washingtonê hem jî ji bo Tehranê bijardeya herî baş e.
Heke wateyeke van hemî pêşwaziyan hebe, bê guman ji wê girîngiya berfireh pêk tê ku Parîs dide Îraqê û di nava Îraqê de jî dide Herêma Kurdistanê
Sala bê hilbijartineke herî mezin li Amerîkayê heye. Rêveberiya Joe Biden dixwest Amerîkiyan û tevahiya cîhanê bîne ser wê qinyatê ku Rojhilata Navîn aniha ji her demê bêhtir aramtir û hêmintir e. Bi radeyekê ku tew pêwendiyên Îsraîl û Erebistana Siûdî jî dê asayî bibin. Lê ji 7ê Çiriya Pêşîn û vir ve, hemû cîhanê bi giştî û Amerîkiyan bi taybetî fêm kir ku îdareya Biden ji ketwareke şênber biwêdetir, qala rewreweke berfireh dikir!
Ev hêla Îsraîlê qels, lerzok, şaşwaz û birîndar e
Li ser asta cîhanê, lihevkirinek heye ku ev êrişa Hemasê, li gorî hemî pîvanên leşkerî û ewlehiyê, serkeftineke mezin û bêhempa ye. Ji ber ku cara yekem e ku Ereban li ser asteke wiha, karîbû şer bibin mala Îsraîlê û di nava bîst û çar demjimêran de vê hejmara mezin ji wan bikujin û ewqas kesan ji wan dîl bigirin. Cara yekem e ku sembol û efsaneya artêşa Îsraîlê û dezgeha wê ya sîxuriyê bi giranî tên birîndarkirin û ji bo demeke dirêj jî xwîn ji wan dirije.
Di vê versiyona nû de, Erdogan êdî berjewendiyên bilind ên Tirkiyê nake qurbana xewneke pêknehatî ya avakirina Rojhilata Navîn li ser modela Dad û Geşepêdanê! Ji ber vê yekê, di navbera Îsraîl û Hemasê de, êdî Erdogan Hemasê hilnabijêre. Di navbera Misr û rêxistina Birayên Misilman de, êdî Birayên Misilman hilnabijêre. Di navbera Sûriyeya (Beşar) Esed û Sûriyeya îslamiyan de, êdî Sûriyeya îslamiyan hilnabijêre. Berevajî vê yekê, dê Erdogan bi hemû hêz û şiyana xwe di nava 5 salên bê de hewl bide ku têkiliyên herî xurt bi Îsraîl, Misr û Sûriyê re ava bike.