Li Qers a Bakurê Kurdistanê çêkirina nanê tendûrê

31-10-2022
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Qers Nanê Tendûrê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Qers a Bakurê Kurdistanê jinên li gundan dijîn tevî zehmetiyan jî hemû hewlên xwe didin ku li ser kevneşopiyan berdewam bin. Li gundekî navçeya Zarûşadê Qersê, jin şefeqê diçin ser tendûran û nên lê dixin. Karekî zehmet e û dem jê re pêwîst e lê di heman demê de tama wî nanî jî gelekî cuda û xweş e.

Sibê zû radibin hevîrê xwe distrên û girêkên xwe çê dikin da ku dest bi pijandina nanê tendûrê bikin.

Li gundê Kuyucuk ê navçeya Zarûşad a Qersê, jin hefteyê carê nanê tendûrê lê dixin. Piştî ku girêkên hevîr temam dibin û agirê tendûrê jî amade dibe, girêkên xwe vedikin û davêjin tendûrê.

Kebanî Sevîm Aydin got, “Em destpêkê girêkên biçûk çêdikin û piştre vedikin. Em vedikin da ku neşewitin, em di tendûrê de wiha dipijînin. Piştî em ên tenik çêdikin, îcar ê girover û stûr çêdikin, ku neşewitin. Wê demê nanê me gelek xweş dipije.”

Tevî zehmetî û kedeke zêde û sermayê jî, welatî dest ji tama nanê tendûrê bernadin, ku ji berhemên xwezayî tê çêkirin.

Sevîm Aydin her wiha anî ziman, “Keda me bi xwe ye. Em bi xwe erdên xwe û genimê xwe diçînin. Dibin aş û dikin ard û tînin. Hemûyan em çêdikin, xwezayî ye. Em bi tiştên xwezayî re mijûl in. Helbet tamê dide sifreyan.”

Jinên li gundan dijîn tevî zehmetiyan hewl didin kevneşopiyên xwe berdewam bikin. Lê bi pêşketina teknolojiyê û koça bo navendên bajaran roj bi roj kevneşopî tên jibîrkirin. Li gor amarên fermî dawiya sala 2021ê nifûsa parêzgeha Qersê 284 hezar û 923 kes in, ku 144 hezar û 662 kes li bajaran û 136 hezar û 415 kes jî li gundan dijîn. Di demekê de sala 1965an %81 xelkê Qersê li gundan dijiyan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst