XELFETÎ – Şer û pevçûnan derbe li geştiyariyê daye

Xelfetî (Rûdaw) - Navçeya dêrin Xelfetî ya ser bi bajarê Ruhayê ya Bakûrê Kurdistanê, bi şûnwarên xwe yên dîrokî û geştiyarî navdar e. Lê belê ji ber alozî, şer û pevçûnên ku li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê diqewimin, geştiyarî jî lawaz bûye. Li gor sala par seredana geştiyaran îsal baştir be jî lê negihiştiye serdema pêvajoya çareseriyê.

 

Li Bakurê Kurdistanê yek ji navenda dîrokî ya ku bi xweşikî û dêriniya xwe li Kurdistanê deng vedaye navçeya Xelfetî ya parêzgeha Ruhayê ye. Debara xelkê deverê bi giranî li ser geştiyariyê ye.

 

Geştiyariya bajêr sala par ji ber şer û pevçûnên li Bakur kiz û lawaz be jî îsal hêdî hêdî dîsa geş dibe. Rezervasyonên otelên Xelfetiyê ji niha ve tije bûne.

 

Kargêrê Otela Şîtamratê Mehmet Înal di vê derbarê de ji Rûdawê re got; “Muşteriyên me zêdetir ji bajarên derdorê tên. Bi piranî geştiyar ji Ruha, Semsûr, Meletî, Mereş (Gurgum), Mêrsîn û Edeneyê tên. Yên ku ji derve temaşeyê vir dikin, li rindî û aramiyê dinêre. Divê aramî hebe ku geştiyar bên vir. Dema ewlehî û aramî tune be, mirov newêrin bên vir, ditirsin.”

 

Li Xelfetiya kevn 43 keştî geştiyaran li 6 şûnwarên dîrokî digerînin. Xwediyên kargehan û keştîvanên ku geştiyaran digerinîn li bendê ne, ku îsal Xelfetî bi geştiyaran tije bibe.

 

Xwediyê kargehê û keştîvan Cengîz Yanar jî got; “Piştî bûyera Sirûcê karê me gellek lawaz bû. Ev lawaziya berdewam bike jî lê em li bendê ne îsal karê me hinek geş bibe. Jixwe werza geştiyariyê jî hîn tam dest pê nekiriye. Ji dewrûber geştiyar tên, lê belê geştiyarên biyanî hema bigire tune ye.”

 

Piştî ku pêvajoya çareseriyê têk çû û şer dîsa di navbera PKK û dewleta Tirkiyê de dest pê kir, geştiyarên biyanî êdî zû bi zû seredana Bakur nakin. Geştiyarên ku tên seredana Xelfetiyê dikin jî bi piranî ji bajarên cîran in.

 

Geştiyar Mûstafa Akyuz diyar kir; “Em ji Semsûrê tên. Em ji bo sersaxiyê çûn Bêrecûkê û em ji wir jî hatin Xelfetiyê. Me got ku em Xelfetiyê bibînin.”

 

Geştiyarekî din ên bi navê Ahmed Şîmşek got; “Xelfetî bajarekî kevnar e, pir xweşik e.”

 

Herwiha Mûstafa Koyûncû ku ji bo dîtina deverê hatiye daxuyand; “Memletekî pir xweş e. Li ber avê ye. Jixwe li kuderê av hebe, li wir jiyan heye.”

 

Xelîl Ozgul jî ku bi xwe ji Xelfetiyê ye lê li derveyî welat dijî û dibêje; “Ez ji Awistiryayê têm. Min bêriya xwe welatê xwe kiribû û ez hatim vir. Bi piranî ez havînan têm. Vê carê min got ku ez bihara vir bibînim.”

 

Di sala 2000ê de piştî ku Bendava Bêrecûkê hat çêkirin, bajarê dêrin Xelfetî jî di nav de li keviyên Çemê Feratê 45 gund û navend di bin avê de man.