Galeriya wêneyan

29-07-2017
12 Photos
RÛDAW

Merîwan (Rûdaw) - Bi armanca parastin û xwedîderketina ji kar û hunerên destî û kulturî yên devera Hewramanê, festîvalek di bin navnîşana ''Desavêja Hewraman'' li salona Sînema Kurdistan a bajarê Merîwanê li Rojhilatê Kurdistanê hat sazkirin.

 

Di festival de çendîn berhemên destî, kevneşopî û hunerî yên xelkê devera Hewraman a li Rojhilatê Kurdistanê hatine pêşandan. Herwiha çend helbest û film û dirama jî di festival de hatin pêşkêşkirin û nimayişkirin, ku tekezî li ser nasandina berhemên destî yên Hewramanê bi cîhanê dikin.

 

Herwiha di çarçoveya festival de, çend berhemên sitran û mûzîkê yên taybet bi devera Hewramanê jî hatin pêşkêşkirin.

 

Ew festival bi amadebûna hejmareke berçav a rewşenbîr, nivîskar û çalakvanên Hewramanê û Rojhilatê Kurdistanê hat sazdan.