Li Dêrsimê bi def û zirneyan Gaxan hat pîrozkirin

28-12-2022
Elî Heyder Gozlu
Elî Heyder Gozlu - Rûdaw
Elî Heyder Gozlu - Rûdaw
Nîşan Gaxan Dêrsim
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kurdên Elewî yên li Dêrsim a Bakurê Kurdistanê di roja Gaxan a ku tê wateya serê salê de şahiyek li dar xistin. Di çalakiya ku bi serpereştiya Şaredariya Dêrsimê hat lidarxistin de dîmenên rengîn derketine holê.

Pîrozbahiya destpêkirina sala nû ya ku li herêmê weke Şahiya Gaxanê wate Kal tê zanîn bi beşdariya Serokê Şaredariya Dêrsimê hat sazkirin û bi def û zirneyan welatî di nav kêfxweşiyekê de heta Qada Seyîd Riza meşiyan.

Pîrê Kurdên Elewî Veli Yildiz got, “Wateya Gaxanê ew e ku sala nû tê, sala berê diçe. Daxwaza me ji Xizir ew e ku aştî were, qencî were, ev xerabî ji holê rabe. Kî di vê cîhanê de di tengasiyê de be û di rewşeke xirab de be, Duzgun Baba û Gola Buyer alîkarê wî bike.”

Şahiya Gaganê li gor salnameya Hicrî wek roja destpêka sala nû tê qebûlkirin û her sal hefteya dawî ya meha Kanûnê û yekem hefteya meha Çileyê tê pîrozkirin.

Tîma şahiya Gaganê dema gehişte Qada Seyîd Riza lîstikên gelerî lîstin û piştre jî çira hatin pêxistin da ku sala nû bi xweşî be.

Serokê Şaredariya Dêrsimê Fatih Mehmet Maçoglu di şahiyên Gaganê de anî ziman, “Sala nû li hemû cîhanê pîroz be.”

Welatî dibêjin ji bo berdewamiya çanda kevneşopiyê, ew her sal beşdarî şahiyê dibin û hêvîdar in ku dê sala bê saleke xweştir be.

Welatî Alişer Yilmaz li ser şahiyê got, “Loqme hatin belavkirin, divê ev çanda me bidome û wiha biçe.”

Welatî Sinan Baytekin anî ziman, “Di çanda me de îro cihekî xwe yî girîng heye. Di çanda Îranê de jî heye. Berê gelê me di dema Gaxanê de mal bi mal digeriyan û ard, şekir, rûn û pere berhev dikirin. Ew tiştên ku hatine berjevkirin û pere didane mala kesekî hejar. Ev çand di van demên dawî de winda bibû lê ev çend sal in ji nû ve zindî bûye.”

Şahiyên Gaxanê di serî de li Dêrsimê û li parêzgehên wek Sêwas, Erzingan, Çewlîg û Mûşê tên çêkirin ku li gor baweriya Elewiyan roja destpêkirina îbadetên wan e ku 3 mehan berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst