Angelina Jolie û Brad Pitt piştî çêbûna 6 zarokan zewicîn

28-08-2014
RÛDAW
A+ A-



Hewlêr (Rûdaw)- Ragihandinên cîhanê belav kirin ku aktorên navdar ên Hollywoodê Angelina Jolie û Brad Pitt piştî jiyana bi hevre ya10 salan û hebûna 6 zarokan bi fermî zewicîn.


 
Angelina Jolie ragihand ku ew bi awayekî yasayî li dadgehekê parêzgeha Kalîforniya zewicîn û piştre ber bi Fransayê bi rêketin da ku daweta xwe li wê derê bikin û got ku dê di dawetê de tenê kesûkar û zarokên wan dê beşdar bin.


Pêwendiya navbera herduyan ji sala 2004an dest pê dike ku wê demê Brad Pitt ligel aktereke din zewicî bû lê têkiliya wî ligel Angelina Jolie jî hebû û piştî belavbûna nûçeyên pêwendiyên wan Brad ji hevjîna xwe ya berê cuda bûbû.


Şeş zarokên Angelina Jolie û Brad Pitt hene ku sala 2006an 3 ji wan zarokan ji her yek ji Vietnam û Kenya bi awayekî yasayî kirin zarokên xwe û piştre 3 zarokên din jî tevlî malbata xwe kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst