'Kebaba Cîger' li ser navê Amedê hat tescîlkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li ser pira dîrokî ya Dehderî ya Amed a Bakurê Kurdistanê danasîn û tescîlkirina "Kebaba Cîger" ji aliyê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) ve hat kirin.
Di encama serlêdana Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) de "Kebaba Cîger" ya ku ji Daîreya Patent û Nîşanên Tirkiyê belgeya qeyda nîşaneya erdnîgariyê wergirtibû, bû yek ji xwarinên ku hatine tomarkirin.
Serokê DTSO Mehmet Kaya, Parlamenterê berê yê AKPê Mehdî Eker, Serokê Encûmena DTSO Celalettin Birtane, Serokê DESOBê Alîcan Ebedinoglu, Serokê Borsaya Bazirganiyê Engîn Yeşîl, Serokê DISADê Nurullah Edemen û nûnerên rêxistinên sivîl beşdarî danasîna ku li ser Pira Dehderî hat lidarxistin bûn.
Di danasînê de bi qasî 600 par kebaba cîgerê li beşdaran hat belavkirin.
Serokê DTSOê Mehmet Kaya diyar kir ku heta niha 48 berhem hatine tescîlkirin.
Parlamenterê berê yê AKPê Mehdî Eker got, “48 berhemên Amedê hatine tescîlkirin. Hîn zêdetir heye. Her yek ji 33 şaristaniyan nirxek li vir zêde kiriye.”
Mehdî Eker spasiya kesên ku di tescîlkirina berheman de keda wan heye kir.
Serokê Odeya Restoran û Kebabfiroş ên Amedê Haşim Erkan diyar kir ku kebaba cîgerê çanda sedsaliya bajêr e û bi saya kebaba cîgerê gelek kes bûne xwedî îş û kar.
'Cîgera Amedê' nîşaneya erdnigariyê wergirt û li ser nave Amedê hat tescîlkirin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) July 28, 2022
📸 Abduselam Akinci / Rûdaw pic.twitter.com/pV4zEL5Nju