Çewlig: "Giravên Melevaniyê Dikin" bala geştyaran dikşînin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Çewlig a Bakurê Kurdistanê li devera Bongilanê yek ji ecêbên herî bedew ê xwezayê tê dîtin ku ew jî çend "Giravên Gerok in". Li ser rûberê Gola Turnayê ku sê aliyên wê çiya ne û firehiya wê 300 metreyên ducar in, ev giravên gerok melevaniyê dikin û diçin û tên. Keskatî û bedewiya xwezaya deverê, bala gelek geştiyarên navxwe û biyanî dikşîne. Di 6 mehên destpêka îsal de 20 hezar geştyaran serdana wê deverê kirine.

Li navçeya Bongilan a ser bi parêzgeha Çewligê ya Bakurê Kurdistanê "Giravên Melevaniyê Dikin" ên Gola Turnayê ku sê aliyên wê çiya ne û rûberê wê 300 metrekare ye bi şinkahi û xweşikbûna xwezaya xwe bala geştiyarên navxwe û biyanî dikşînin.

Geştyar Suleyman Kaya got, “Xwezaya vê derê gelekî xweşik e. Banga min bo hemû kesan ew e ku bên vê derê bibînin. Ez bi xwe salê 2-3 caran têm.”

Fatma Kaya ku bi helkefta daweta xwarziya xwe ji welatekî din hatiye Tirkiyê, ji ber ciwanî û xweşbûna "Giravên Melevaniyê Dikin" biryar daye betlaneya xwe jî li vê derê derbas bike.

Geştyara ku ji Belçîkayê hatî Fatma Kaya anî ziman, “Ez û hevjîn û zarokên xwe bo tiştekî din hatibûn lê me biryar da em bimînin, cara yekê ye ez têm. Cihên xweş hene ku mirov bibîne, pêşniyar dikim kesên ji welatên din jî bên vê derê bibînin.”

"Giravên Melevaniyê Dikin" li herêmê navendeke girîng a geştyariyê ye û li gor amarên Rêveberiya Şaxa Çewligê ya Parkên Niştîmanî û Parastina Xwezayê di 6 mehên destpêkê yên îsal de 20 hezar geştyaran serdana vê derê kirine.