Baştirîn welatên ji bo kesên bi temen


Hewlêr (Rûdaw) - Di lêkolîneke berfireh de ku li 91 welatî derbarê rewşa jiyana kesên bi temen de pêk hat, Swêd baştirîn welat derket û Afganîstan jî xirabtirîn.

Lêkolînê dabînkirina xizmetguzariya tendirustî û jîngeyî û kar, perwerde û fêrkirinê ji bo kesên bi temen li ber çav girtiye. Malpera BBC diyar dike ku li gor statîstîkên cihanî, sala 2050î yekem car wê hejmara kesên bi temen ji hejmara wan kesên ku temenê wan ji 15 salan kêmtir e, bêhtir bibe.

Di vê lîsteya welatên herî xweş ji bo kesên temenmezin de, Norwêç û Almanya di rêzên duyem û sêyem de cih digirin. Xirabtirîn welat jî Afganîstan, Tanzaniya û Pakistan in. Ji welatên derdora Herêma Kurdistanê jî Tirkiye di rêza 70yî de ye.