Malbateke Îtalî berê xwe dane Çiyayê Cîlo

Hewlêr (Rûdaw) - Malbateke Îtalî ku ji se kesan pêk tên serdana Çiyayê Çîlo yê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê kirin

Malbateke geştiyarên Îtalî ku ji dêûbav û zarokekî pêk tê, ji bo dîtina xwezaya bedew berê xwe dan lûtkeya çiyayê Cîlo yê Colemêrgê.

Hinek çiyager li Çiyayê Cîlo rastî wê malbatê tên û ji wan dipirsin ka ji ku derê hatine, ew jî dibêjin “Em ji Îtalyayê hatine vê navçeyê û gelekî ji deverê hez kirine.”

Tişta balkêş ew e ku ew malbat bêyî rêzan û rênasekî, bi dilê xwe li çiyayên Colemêrgê digerin.

Weke ku di dîmenên ku ji aliyê Akîf Ozek ve hatine kişandin û ji Rûdawl re hatine şandin de jî xuya dike kêfa geştiyarên Îtalî gelek ji xwezaya Colemêrgê re hatiye.