Di nav 100 jinên herî bibandor ên cîhanê de Kurdek jî heye
Hewlêr (Rûdaw) – Di lîsteya BBCyê ya “100 jinên herî bibandor û çavkaniyên îlhamê yên 2023yan” de jineke Kurd a bi navê Basîme Evdirehman jî heye.
BBCyê listeya “100 jinên herî bibandor û çavkaniyên îlhamê yên 2023yan” eşkere kir.
Di lîsteyê de jinên wekî parêzera mafên mirovan Amal Clooney, stêra sînemayê America Ferrera, femînîst Gloria Steinem, First Ladya berê ya Amerîkayê Michelle Obama, xwediya şirketa bedewiyê Huda Kattan, futbolîsta xwediya xelata Ballon d'Orê Aitana Bonmatí û pispora jîriya çêkirî Timnit Gebru hene.
Jina Kurd Basîme Evdirehmanê jî di lîsteya BBCyê de cihê xwe girtiye.
Malbata wê ji Bakurê Kurdistanê koçî Bexdayê kiriye û ew sala 1986an li Bexdayê hatiye dinê.
Basîme ji sala 2006an ve li Başûrê Kurdistanê dijî.
Basîme Evdirehman sala 2011an ji bo perwerdeya xwe ya endezyariya avahîsaziyê çû Amerîkayê û piştî derçûna xwe sala 2015an dîsa vegeriya Kurdistanê.
Dema ku DAIŞê sala 2014an gelek cihên Îraqê dagir kirin Basîme li Amerîkayê bû lê ew piştî derçûna xwe vegeriya û pêşengiya gelek xebatan kir.
Basîme Evdirehmanê pisporiya xwe ya di warê avahîsaziyê de, ji bo jinûveavakirina bajarên Îraqê yên kavilkirî bi kar anî.
Giringî da qadên kesk û ji bo zêdekirina van qadan “KESK” ava kir.
Basîme Evdirehman di navbera salên 2019 û 2022yan de endama Komîteya Organîzasyonan a Foruma Aboriyê ya Cîhanî bû.
Piştî şerê DAIŞê ji bo erkên wê yên li Îraqê alîkarî da Neteweyên Yekbûyî (NY).
Di warê “teknolojiya kesk” de li seranserê cîhanê tê naskirin û bûye pêşenga gelek xebatan, herwiha tevî gelek konferansên navneteweyî bûye.
Piştî ku navê ket nav lîsteya jinên herî bibandor ên cîhanê , Basîme Evdirehmanê bi rêya hesabê xwe yê Xê serbilindiya xwe anî zimên.
I am honored to be on the 2023 @BBC100women list of inspiring and influential women from around the world.
— Basima Abdulrahman (@BasimaAbd) November 25, 2023
Among them the human rights lawyer Amal Clooney, former US First Lady Michelle Obama, amongst other amazing women.
See the full list here 👉🏼 https://t.co/nnVqaI1Efa pic.twitter.com/yZqJOxg9Ct