Galeriya wêneyan

26-10-2016
16 Photos
RÛDAW

Silêmanî (Rûdaw) – Li gundê Zelanî ua navçeya Şarbajêr a Silêmaniyê, malbatek ji bo kurên xwe yê delalî daweteke bi şêwazê pêşînan sazkir.

 

Di dawetê de hemû tiştek li gorî rêwresmên dawetin kevin ên kurdî hate sererastkirin. Bûk li ser pişta hespê hate veguhestin û eynik li pêşiya wê hate girtin.

 

Di dawetê de xanebandan hate kirin û xelk bi cilên kurdî beşdar bûn. Xêliya sor danîne ser serê bûkê. Kon hatine vedan û xwarinên kurdî hatine amadekirin.