Malbateke Tirk 30 sal in li Colemêrgê mêşvaniyê dike

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê malbate Tirk 30 sal in hingiv berhem tîne.

Sedat Ozdemir û Kezban Ozdemir ji bajarê Orduyê yê Tirkiyeyê ne.

Sedat û Kezban Ozdemir du hevjînên Tirk in. Berî 38 salan li bajarê Orduyê yê herêma Deryaya Reş zewicîne.

30 sal berê jî ji bajarê Orduyê hatine li gundê Elkîkê yê Colemêrgê bi cih bûne û mêşvaniyê dikin.

450 kewarên her du hevjînan hene û salane nêzîkî 4 - 5 ton hingiv berhem tînin.

Ew ji bo Colemêrgê dibêjin "bajarê me yê duyem."

Mêşvan Sedat Ozdemir got "Em jî şêniyên vî gundî ne.

Hemû gundî ji me re dibêjin `hûn jî birayên me ne û cudahî di navbera me de nîne.`

Jiyaneke me ya baş heye û em bi hev re ne. Em ji hev ne dûr in."

Kezban xanimê jî ku bi dahata hingiv sê zarok mezin kirine û dane xwendin diyar kir ku mirovên Colemêrgê gelekî baş in.

Kebanî Kezban Ozdemirê wiha anî ziman, "Em hatin, ez ji gundiyan razî man û em berdewam hatin, wekî mal û welatê me ye.

Gelekî xweş e û her tişt nuwaze ye. Mirovên vê derê jî pir baş in."

Li gorî amarên fermî yên Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK), li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê, hezar û 104 berhemhênerên tomarkirî û 164 hezar û 73 kewarên hingiv hene.

Li Colemêrgê salane nêzîkî hezar ton hingiv tê berhemanîn.