Gora firewna ewil hat dît, 5 hezar sal berê jiyaye

25-10-2023
Nîşan Firewn Jin Misir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Şûnwarnasan, di kolanên xwe yên li Misirê de gora firewna ewil dît.

Vê firewnê beriya niha bi 5 hezar salan desthilatdariya Misirê kiriye.

Şûnwarnasan di hundirê gorê wê tovên tirî û hinek tiştên giranbuha jî dîtine.

Gora firewnê li Misira Navîn hat dîtin û tê bawerkirin ku ev der cihê bêhnvedana dawî ya fîrewna ku hatiye jibîrkirin, Meret-Neîthê ye.

Meret-Neîth, bi hevjînê xwe Qral Djet û kurê xwe Qral Den re, ji serwerên xanedana yekem a Misira kevnar bûn.

Li gorî kolanên vê dawiyê, tê texmînkirin ku Meret Neîth bi qasî hevjîn û kurê xwe bi hêz bûye.

Eger ev texmîn rast bin Meret Neît yekem serwera jin a Misira kevnar e.

Li aliyê din, hin pispor ji vê teoriyê biguman in, ji ber ku wî çaxî jin û keç wekî şûngirên qraltiyê nedihatin hesibandin.

Lê qebira wê li gorî figurên qraliyetê hatiye çêkirin û ji ber vê sedemê jî tê texmînkirin ku ew keseke xwendîbandor bûye.

Gelek tiştên wekî cêrên şerabê yên ku nîşaneya dewlemendiyê ne, eşkere dikin ku ew xwedî desthilateke pir bilind bûye.

Ev cêrên di hundirê gorê de hatine dîtin, bi tovên tirî hatine tijikirin û hinek jî pir baş hatine parastin.

Di heman demê de, ev cêr yek ji delîlên herî kevnar ên şerabê ne.

Qebra Meret Neîth ji aliyê tîmeke arkeologan a bi pêşengiya endama Zanîngeha Viyanayê Christiana Kohlerê ve hat dîtin.

“Li ser vê jina bêhempa agahiyên nû didin”

Christiana Kohlerê got, “Şerab ne bermahiyeke avêtî bû, ji ber wê sedemê jî em nikarin bibêjin ka şaraba spî yan jî ya sor bû.

Di nava cêran bermahiyên uzwî, tovên tirî û tiştên wekî krîstalan hebûn. Niha li ser van lêkolînên zanistî tên kirin.

Dibe ku ev duyemîn delîla rasterast a herî kevn a şerabê be. Kolanên nû li ser vê jina bêhempa û serdema wê agahiyên nû didin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst