Li Îzmîrê mîrateya Cihûyan: Kolana Hawrayan

Îzmîr (Rûdaw) - Cihûyen Seferadê ku sedsala 17an ji Endulusê bo Anatolyayê hatine sirgûnkirin li bajarê Îzmîrê dehan hawra, sinagog, dibistan û nexweşxane ava kirine.

Cihûyen Seferadê bi zimanên xwe yê Ladino  diaxivin ku wek Spanyoliya Cihûyan tê binavkirin.

Li Îzmîrê heya salên 1950î jî ji sedî 10ê nifûsa bajêr ji cihûyan pêk dihat lê piştî salên 1940î hejmarek Cihû tê sirgûnkirin, beşeke mezin a Cihûyan berê xwe dide Îsraîlê, beşek ji wan jî diçe Ewropa û Amerîkayê.

Niha bi tenê hezar cihû li Îzmîrê maye. Roja îroyîn cimaeta Cihûyan li 5 hawrayan ayîn û îbadetên xwe dike.

Li taxa Cihûyan ya Kemeraltiya Îzmîrê, ‘Kolana Hawrayan” heye ku ji 9 hawra û sînagogan pêk tê.

Ew 9 sînagog û hawrayên ku hatine restorekirin, niha bi konsepta muzeya servekirî ji bo serdêran hazir in. Bi vê projeyê tê armanckirin ku salane 300 hezar geştyar serdana kolana sînagogan bike û mîrateya çandî ya Cihûyên İzmirê her zindî bimîne.

Li Anatolyayê bajarê qedîm Smyrnayê ku niha wek Îzmîr tê binavkirin, li herêma Egeyê ya Tirkiyê bi dîroka xwe ya kevnar, bi pirçandî û pirrengiya xwe mazûvaniya gelek şaristaniyan kiriye.

Li bajarê antîk Smyrnayê yê ku di navbera Kadifekale û Kemeraltiyê de hatiye avakirin, Cihûyen Seferadê ku sedsala 17an ji Endulusê bo Anatolyayê hatine sirgûnkirin bi avakirina dehan hawra, sinagog, dibistan û nexweşxaneyan; bi zimanên xwe yên Ladino û kevneşopiyên xwe mohra xwe li mîrateya Îzmîrê daye.

"Niha beşa jinan nayê bikaranîn"

Koordînatorê Projeya Mîrateya Cihûyên Îzmîrê Nesim Bencoya got, “Sînagogên Cihûyan li ser esasa perestgeha Silêman hatine avakirin û sembola her tiştî heye. Ev cihê qurbangehê (altar) ye, ev der jî cihê pîroz e. Li sînagogan ji serdema navîn vir ve êdî mehfîlên jinan hene. Li vê beşa jorîn jin ayînên xwe dikirin. Yanê li sînagogan jin û mêr ji hev cihê rûdiniştin û îbadet dikirin. Niha beşa jinan nayê bikaranîn.”

Semta dîrokî ya Kemeraltiyê berê wek taxa Cihûyan dihat binavkirin. Li ‘Kolana Hawrayan” 9 hawra û sînagog bi piştgiriya Yekîtiya Ewropa û bi fonên konsolosxaneyên biyanî hatine restorekirin û restorasyona hin ji wan hîn jî berdewam dike.

"Wekî ku tu ji xwe hez dikî ji cîranê xwe hez bike"

Niha ev hawrayên ku deriyên wan girtî ne, bi rêberiya Koordînatorê Projeya Mîrateya Cihûyên Îzmîrê Nesim Bencoya ji bo me tên vekirin û em berê xwe didin nav kûrahiya dîrokê.

Li sinagoga Etz Hayimê nivîsa Îbranî ya “Wekî ku tu ji xwe hez dikî ji cîranê xwe hez bike” me pêşwazî dike.

Nesim Bencoya li ser sînagogan ev agahî dan:

“Em niha li sinagoga Etz Xayimê ne, navê wê ji dara jiyanê tê. Sînagogên li vir hemû di destpêka sedsala 17an de hatine çêkirin. Cihûyên ku piştî sala 1492yan bi Xristiyanbûna Spanyayê koçî Anatolyayê kir û wan ev sînagog ava kirin. Hebûna Cihûyan li Anatolya û Egeyê digihîje beriya zayîna Îsa heta salên 500î. Ev 4 stûn li hemû sînagogên Seferadê hene, bi taybetî jî li Îzmîrê. Ev 4 stûn, 4 bingeh û hêmayên Cihûyan temsîl dikin. Li vir jî ‘teyva’ heye yanê kursî û minbera duayê.”

Li Îzmîrê heya salên 1950yî jî ji sedî 10ê nifûsa bajêr ji cihûyan pêk dihat. Lê piştî Qanûna Varlikê ya 1942yan gelek Cihû tên sirgûnkirin, beşeke mezin ji wan berê xwe dide Îsraîlê, beşek ji wan jî diçe Ewropa û Amerîkayê. Piştî pogroma 6 û 7ê Îlona 1955an hejmareke zêde malbatên Cihû ji ber metirsiya can û malên xwe hem Îzmîr hem jî Tirkiye terikandin.

Niha bi tenê hezar cihû li Îzmîrê maye lê li taxa dîrokî ya Cihûyan ti Cihû nemane. Di roja îroyîn de li 5 hawrayan cimaeta cihûyan ayîn û îbadetên xwe dikin.

Herwiha Nesim Bencoya diyar kir, “Cemaeta Cihûyan li Îzmîrê cemaeteke bihêz e. Bi sedsalan ji sedî 10ê nifûsa Îzmîrê ji Cihûyan pêk dihat. Demekê hejmara cihûyên Îzmîrê digihişt 40 hezarî û wê demê taxa ku niha em lê ne dijiyan. Jixwe li derdora me 6 hawra hene, ji derveyî kolana hawrayan jî 3 sînagog hene. Herwiha li taxa Cihûyan avahiya serokê xaxaman, nexweşxane û dibistana kevin hene. Yanê li vir taxeke mîrateya çandî hatiye avakirin.

"Ev der taxa kevn a Cihûyan e lê êdî cihû lê najîn"

Li vê taxê êdî cihû najîn, yên mayî çûn semta Alsancakê bi cih bûn. Her ku çû nifûsa wan kêm bû. Ew nifûsa 40 hezarî daket heta hezarî. Zimanê zikmakî yê cemaeta Cihûyan Ladîno ye. Berê hemû bi Ladîno yanê zimanê Spenyoliya Cihûyan diaxivîn.

Ev der taxa kevn a Cihûyan e lê êdî cihû lê najîn. Li aliyê din niha, bi kêmbûna nifûsê re êdî kesên bi zimanê Ladîno diaxivin gelekî kêm bûne. Hema hema kes bi zimanê Ladîno naaxive. Ya rast ev berhem û sinagog bêxwedî mabûn lê di 15 salên dawîn de bi restorasyonan hate zindîkirin û gihişte roja îroyîn.

‘Kolana Hawrayan” ji 9 sinagogên bi navên Bikur Holim, Bet Hillel, Sînagoga Portekîzan, Etz Hayim, Hevra, Şalom, Algazi, Forasteros û Sinyora pêk tê.

9 sînagog û hawrayên ku ji aliyê Cihûyên Sefaradê ve li Kemeraltiya semta dîrokî ya İzmirê hatine avakirin, niha bi konsepta muzeya servekirî ji bo serdêran vekiriye. Bi vê projeyê tê armanckirin ku salane 300 hezar geştyar serdana tax û kolana sînagogan bike û mîrateya çandî ya Cihûyên İzmirê ji bo nifşen nu bê neqilkirin.