Di Cejna Remezanê de nêzîki 8 hezar geştyaran serdana Koşka Îshaq Paşa kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Di Cejna Remezanê de bi hezarana geştyarên navxwe û biyanî serdana Koşka Îshaq Paşa ya li navçeya Bazîdê ser bi parêzgeha Agirî ya Bakurê Kurdistanê kirin

Di Cejna Remezanê de nêzikî 8 hezar geştyarên navxwe û biyanî serdana koşkê kirin ku piraniya wan ji parêzgehên wek Kocaeli, Balikesir, Sinop, Ordu û Enqerê yên Tirkiyê hatibûn.

Geştyar Betul Unlu got “Di koşkê de gelek dîmenên taybet hene wek sembolên çandî, cihek heye dara jiyanê hatiye çêkirin, gelekî bala min kişand. Herwiha yên ku herî zêde tên dîtin jî sembolên olî ne û her yek ji wan wateyeke wan cûda heye.”

Li gor amarên Rêveberiya Geştyariyê û Çandê ya bajêr di bêhnvedana cejnê de nêzîka 8 hezar geştyaran serdan kirine û tê çaverêkirin piştî cejnê jî hatina geştyaran zêdetir bibe.

Rêveberê Geştyariyê û Çandê yê Agiriyê Erkan Kosedag dibêje “Beriya hefteyekê ji me re telefon dihatin, digotin gelo dê di cejnê de Koşk vekirî be. Me jî li ser daxwazan roja yekemîn ya cejnê piştî nîvro vekir. Di hemû rojên cejnê de serdana geştyaran zêde bû. Li gor cejnên berî îsal hejmar zêdetir bû. Bi germbûna hewayê re dê hê jî hatina geştyaran zêdetir bibe.”

Koşka Îshaq Paşa ku helbestvan û zanyarê mezin ê Kurd Ehmedê Xanî tê de sernivîsarî kiriye û perwerde daye, sala 1685an ji aliyê Evdî Paşayê kurê Mîr Mihemedê Pirbela ve dest bi çêkirina wê hatiye kirin û koşk piştî 99 salan, sala 1784an di dema Îshaq Paşa de hatiye temamkirin.