Cotkarên Rihayê piştî barana gur ji berhemên xwe bi hêvî ne

22-04-2023
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Riha Cotkarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cotkarên Deşta Rûhayê îsal li ser rûberê 6 milyon û 400 hezar donimên erd, berhemên cuda çandine. Barana ku di mehên Adar û Nîsanê de jî bariya têra xwe erd şil kiriye û hêviya cotkaran bi berhemê wan zêde kiriye.

Cotkarên li parêzgeha Rihayê îsal li ser rûberê 6 milyon û 400 hezar donim erd berhemên corbicor çandine. Xwezayê di mehên Adar û Nîsanê de bereketa xwe wek pêwîst bi ser wan de barandiye. Cotkarên Rihayê ji ber rêjeya zêde ya barana îsal ji berhemê xwe bi hêvî ne.

Cotkar Kemal Yurtseven anî ziman, “Me pêşbîniya baraneke ewqasî zêde nedikir. Ya rast lehî rabû. Xwedê rehmê li kesên canê xwe ji dest dane bike. Di baranê de ti kêmasî nîne. Berhema ku me çandiye jî bê kêmasî ye. Eger dawiya wê jî bi xêr be û ti karesat û bela çênebin ti pirsgirêk nîne.”

Riha û parêzgehên derdora wê bi giştî berhemên dexlûdan ên dêm an bejî diçînin ku tenê avdana wan li ser baranê ye.

Hişkesaliya 2 salên borî îsal jî cotkar nîgeran kiribûn. Ji ber 2 meh piştî çandinê berf û baran kêm bû lê pispor dibêjin ji ber barana zêde niha metirsiya hişkbûnê li ser berhemên bejî nemaye.

Serokê Beşa Çandniyê yê Zanîngeha Herranê Prof. Dr. Mehmet Alî Çullu got, “Bi wê barana baş ku meha Adar û Nîsanê bariya êdî stresa avê nîne. Wate heta niha baş e. Di vê proseyê de genim û cehê me gulî dide û serdema tijebûna dendikan e. Cotkarên me bêguman berhemê xwe gubre û derman kirine û berhem niha li benda geşedanê ye. Heta niha gelekî baş derbas dibe.”

Riha navendeke girîng a çandiyê ye û li ser asta Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di hebûna zeviyên çandiyê de sêyem parêzgeh e.

Ew parêzgeh ji sedî 43ê pembû, ji sedî 36ê nîsk, ji sedî 11ê ceh û ji sedî 10ê genimê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê berhem tîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst