Riha: Serdana geştyaran ji bo Gola Masiyan di cejnê de zêde bûye

Hewlêr (Rûdaw) - Bajarê Riha yê li Bakurê Kurdistanê bi gelek tiştên xwe binavûdeng e. Bi çandiniyê, bi îsot û kebaba xwe, bi dîroka xwe û bê guman bi Gola Masiyan. Erdheja 6ê Sibatê û piştre jî rabûna lehiyê, zirareke zêde gihandibû Gola Masiyan û ava wê şêlo kiribû, hejmareke masiyên wê jî mirar bibûn.

Dîsa jî bala geştyaran dikşîne û di rojên cejnê de jî qerebalix e. Kompanyayên geştyariyê hewl didin, îsal alîkariya xelkê parêzgehê bikin û geştyaran bê qezenc digihînin bajarê xwe. Dixwazin vê kampanyayê heta dawiya salê berdewam bikin.

Yek ji nîşan û nasnameyên Rihayê Gola Masiyan e. Parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê yek ji parêzgehên herêma erdhejê ye û piştî wê jî karesata lehiyê zerar gihandibû Gola Masiyan lê niha careke din di betlaneya cejnê de hejmarek geştyar hatine serdana wir dikin ku wek akvaryumeke xwezayî ya wî bajarî ye.

Sekreterê Odeya Rêberên Geştyaran Muslum Çoban anî ziman, “Kompanyayên geştyariyê bêyî ku qezencekê bi dest bixin, dixwazin ji bo alîkariyê geştyaran bînin parêzgehê. Di çarçoveya berpirsyartiya civakî de bi hestê yekîtiyê alîkar dibin. Ev jî bo me kêfxweşiyeke ku di demên zehmet de bi me re ne.”

Li parêzgeha Rihayê piştî erdhejên 6ê Sibatê, 15ê Adara îsal karesata lehiyê çêbûbû û 16 kesan canê xwe ji dest dabûn. Her wiha zerareke zêde gihîştibû Gola Masiyan û vê yekê bandoreke nerênî li aboriya parêzgehê jî kiribû.

Ji ber vê yekê kompanyayên geştyariyê hewl didin îsal ji bo xelkê parêzgehê bibin alîkar.

Rêberê Geştyaran Halil Karataş got, “Ji bo em bikaribin alîkar bin, me biryareke hevbeş daye. Bêyî ku qezencek me hebe, tenê li gor xerciyan me dest bi turên geştyaran kiriye. Ev jî bo alîkariya xelkê herêmê ye. Hêvîdar im heta dawiya salê, em bikaribin berdewam bikin.”

Parêzgeha Rihayê bi cihên xwe yên dîrokî yên wek Girê Mirazan jî tê naskirin û di rojên taybet de û her demsalê bi hezaran geştyar serdana wan deran jî dikin.