Du amerîkî geştûguzara Kurdistanê bi cîhanê didin naskirin

20-06-2015
Alexander Whitcomb
A+ A-
Hewlêr (Rûdaw)- Tevî ku DAIŞ tenê 60 kîlometran ji wan dûr e, şîrketeke geştûguzarê ya amerîkî li bajarê Hewlêrê yekemîn rêberê geştûguzarê belav dike.

Xwediyê şîrketa geştûguzarê li Herêma Kurdistanê Dr. Douglas Leton got: “Kî rêberê geştûguzarê di nava cengê de çap dike? Em çap dikin!” Kopiya vê rêbera geştûguzarê li jêr navê “Rêbera Geştûguzara Kurdistanê” vê hefteyê li bazaran tê belavkirin. 

Ev rêber bi awayekî profesyonel û bi kalîteyeke bilind hatiye nivîsandin û ji 600 wêne û nexşeyan pêk tê, herwiha çend gotaran li ser kultûr û dîroka gelê kurd vedihewîne.

Douglas got: “Dema min ji hevalên xwe li Amerîkayê re got emê di demeke nêz de vê kitêbê çap bikin, hest kirin mejiyê min ne li cihê xwe ye!”

Lê li gorî Leton, niha baştirîn dem e bo bi bazarkirina Kurdistanê wek navçeyeke balkêş bo geştûguzarê: “DAIŞê reklameke mezin ji Kurdistanê re kir. Lê pêwist e em tiştên nerênî biguherin û bikin tiştên erênî.”

Leton ligel şirîkê xwe yê bi navê Hêrî Skot ku kolonelekî xanenişîn yê artêşa Amerîkayê ye, sala 2008 dest bi projeya rêberê geştûguzar ê Kurdistanê kirin. Beriya 10 salan, Leton Kurdistana Iraqê wek “Iraqeke din” wesf kir, bi mebesta cudakirina Herêma Kurdistanê wek navçeyeke aram ji aliyên din ên Iraqê ku di nav şer û wêraniyê de ne.

Leton di CNN, FOX NEWS û rojnameya Wall Streetê de çend reklam belav kirin. Di reklaman de hatibû gotin ku: “Kurd her tim spasiya Amerîka dikin bo şerê rizgarkirina Iraqê.” Leton got: “Heyamekê kesî tiştek li ser kurdan nizanîbû. Lê di demeke kin de, her 15 deqeyan di reklaman de dihate gotin: Spas Amerîka!”

Lê şerê DAIŞê bandoreke xirab li ser rewşa geştûguzarê li Herêma Kurdistanê kir. Piştî ketina Mûsilê di Hezîrana borî de, sektora geştûguzarê bi rengekî berçav qels bû, nexasim piştî teqîna otomobîlekê di Nîsana borî de li nêzîkî konsulxaneya Amerîka li Hewlêrê.

Skot ku di eynî katê de wek şêwirmendekî bilind bo Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê kar dike, got: “Divê em bihêlin kiryarên me hest bi ewlekariyê bikin û bêne vir. Wek hemû şîrket û karsazên din li Kurdistanê, me hemûyan hest bi wan astengiyan kiriye ku di van salên borî de ji ber kêşeyên Iraqê peyda bûne.”

Niha Herêma Kurdistanê di krîzeke aborî de derbas dibe û pereyên wê yên pêwist nînin da ku li ser sektora geştûguzarê xerc bike. Leton dibêje: “Hikûmetê di dema borî de çewtî kir dema hewl da bala geştyarên ereb bikşîne ser Kurdistanê.”

Leton herwiha ji Rûdawê re got: “Di aliyê dîrokî de, ereb nayên vir û pereyekî zêde li vir xerc nakin. Ew guh nadin dîrokê, lê Kurdistan bi dîrokê zengîn e.”

Navborî pêşniyar dike ku Kurdistan berê xwe bide bazara amerîkî, australî û ewropî, çimkî li gorî wî siberoja wê li Kurdistanê heye: “Hemû çûne Monxolistanê. Bi kelekan li nav Amazonê dane. Çûne Nîlê. Pirr caran çûne Tirkiyê. Îsraîl ji wan re kevn bûye. Ew li cihekî nû digerin.”

Di demeke nêz de, ew rêberê nû li seranserê Kurdistanê û di malpera Amazonê de tê firotin. Beşek ji qezencên vê pirtûkê dibe para qurbaniyên şerê DAIŞê.     

      

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst