Zilamê herî dirêj û jina herî kurt ên cîhanê hatin cem hev

20-02-2024
Nîşan Sultan Kosen Jyoti Amge Zilamê Herî Dirêj Jina Herî Kin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Zilamê herî dirêj ê cîhanê yê Kurd Sultan Kosen û jina herî kurt a cîhanê ya Hindistanî Jyoti Amge li bajarê Irvine yê eyaleta Californiayê ya Amerîkayê hatin ba hev.

Sultan Kosenê ku bi qama xwe ya 2 metre û 51 santîmetreyan zilamê herî dirêj ê cîhanê ye û Jyoti Amgeya ku bi qama xwe ya 62,8 santîmetre jina herî kin a cîhanê ye li Californiayê hatin cem hev.

Sultan Kosen û Jyoti Amge bi organîzasyona derhênerekî Amerîkî li bajarê Irvine yê eyaleta Californiayê ya Amerîkayê li kêlaka hev wêne girtin.

Sultan Kosen û Jyoti Amge dê îro bi hev re herin bajarê Los Angelesê û dê hevdîtina wan a li wê derê ji aliyê derhênerê Amerîkî ve bê qeydkirin.

Kosen û Amge sala 2018an jî li ser vexwendina Wezareta Çand û Geştyariyê ya Misirê çûbûn Qahîreyê û bi hev re li Pîramîdên Gîzayê geriyabûn.

Sultan Kosen li gundê Dedê yê navçeya Dêrikê ya parêzgeha Mêrdînê dijî û qama wî 2 metre û 51 santîmetre ye.

Herwiha destê wî 27,5 santîmetre û lingên wî 36,5 santîmetre ne.

 Sultan Kosen bi van taybetmendiyên xwe di Pirtûka Rekoran a Guinnesê de cih digire.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst