URMIYE - Azerî hewla guherandina navê kurdî yê pira dîrokî ya Mîrza Resûl didin

Hewlêr (Rûdaw) – Pira Mîrza Resûl a Urmiyê, dirêjtirîn pira dîrokî ya vî bajarî ye. Lê berpirsên parêzgeha Urmiyê û ligel çend desthiladarên azerî hewla guhertina navê wê didin.

 

Qaymiqamê navçeya Mindawê bi hevkariya çend deshilatdarên azerî bi fermî daxwaz ji aliyên pêwendîdar kirine da ku navê Pira Mîrza Resûl biguherin û bikin Pira Tatahû (Tatahû Koprusu).

 

Hinek ji azeriyan dibêjin navê rast ê vê pirê Tatahû bûye. Lewma dixwazin vegere ser vî navî.

 

Pira Mîrza Resûl di serdema Qacariyan de li ser çemê Tatahû ya ser rêya sereke ya Miyandaw û Mihabadê hatiye çêkirin. Ev pir bi destê hosteyên kurd û bi serpereştiya Mîrza Resûl hatiye avakirin.

 

Beşek ji vê pira dîrokî ji ber nehatiye nûjenkirin, di van du salên dawiyê de hilweşiyaye. Erkê nûjenkirina pirê ji Mihabadê hatiye standin û dane destê Fermangeha Mîrateyên Kultûrî ya Miyandawê.

 

Berpirsên Miyandawê dibêjin wan ji bo nûjenkirina pirê tu bêxemî nekirine û amaje bi wê yekê dikin ku hikûmeta Îranê bûdceya pêwîst ji bo nûjenkirinê neşandiye.

 

Lê kurdên li gundên derdora pirê dijîn dibêjin, “berpirsên Miyandawê bi qestî pirê nûjen nakin. Ji ber ku navê pirê bi kurdî ye û dihêlin pir xirabibe.”