Hewlêr (Rûdaw) - Birîna evîneke nîvcomayî carinan ji birîna evîneke qediyayî bi gelekî kûrtir û xedartir e.
Gelo çima evîneke nîvcomayî dil wil qasî diêşîne û bandoreke mezin li hişê me dike?
Fenomena ku di derûnnasiyê de wekî “Bandora Zeigarnik”ê tê naskirin sedemên vê rewşê eşkere dike.
Li gorî Bandora Zeigarnikê ya ku cara ewil Bluma Zeigarnikê behsa wê kiriye, kar an jî çîrokên nîvcomayî di mêjiyê me de “çerxeke vekirî” ava dikin û tim û daîm balê dikişînin.
Dema mijar dibe evîn bargiraniya dil jî tevlî dibe û çîrokên nîvcomayî dibin sedema şeydabûnekê ku nayê jibîrkirin.
Hêza evînên nîvcomayî
Hiş û mêjiyê me tim li dora tiştên nîvcomayî diçin û tên û Bandora Zeigarnikê bi vê yekê re pêwendîdar e.
Dema evîn nîvco dimîne mêjiyê me dixwaze wê çîrokê sergihayî (temam) bike lê ji ber ku encam nîne em tim li çîroka xwe vedigerin û wê çîroka xwe ducare dijîn.
Ev ducarebûna çîroka nîvcomayî wiha dike ku hestên me yên berê di hiş û mêjiyê me de hêlîna xwe vedin û dilê me biêşînin.
Bandora Zeigarnikê çi ye?
Bandora Zeigarnikê sala 1927an ji aliyê Derûnnasa ji Sovyetan Bluma Zeigarnikê ve hatiye keşifkirin.
Li gorî Bandora Zeigarnikê, kar û çîrokên nîvcomayî bandoreke zêdetir li mêjiyê me dikin û tim tên hişê me.
Zeigarnikê ev fenomana xwe bi çavdêriyên xwe yên jirêzê keşif kir.
Wê dît ku garson siparîşên bikirên ku ji ser maseyê rabûne ji bîr dikin lê siparîşên bikirên ku pereyên xwe nedane ji bîra wan naçin.
Vê çavdêriyê wîha kir ku Zeigarnik li ser bandora karên nîvcomayî ya li ser mêjî bixebite.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse