Li Geverê jin xwarinên Kurdî çêdikin û difroşin

19-06-2022
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Gever Xwarinên Kurdî Colemêrg
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li xwaringeha Demeterê ya li navçeya Geverê ser bi parêzgeha Colemergê ya Bakurê Kurdistanê xwarinên Kurdî yên wek penêrê bi siyabo, rûnê nivîşk, keledoş, gilol, tirşik, dogave, kutilk, fêkî û sewzên hişkkirî yên xwezayî ji aliyê jinan ve tên amadekirin û ev xwarinên Kurdî yên herêmê bo kiryaran tên pêşkêşkirin.

Seroka Koperatîfa Demeterê ya jinan dibêje wan ji sifirê dest pê kiriye û bi jêhatîbûna jinan niha karê wan serkeftî berdewam e.

Seroka Koperatîfa Demeterê ya Jinan Hatice Temir Bozdag anî ziman, “Armanca me berhemên jinan, xwarin û taşteya herêmê xistina bazarê ye. Ne tenê ji aliyê aborî ve em kar dikin, di gelek mijaran de perwerdeyê jî didin jinan. Her wiha bo zarokan alîkariya xwendinê jî peyda dikin.”

Jinên li vê xwaringehê ji bo karê xwe mezintir bikin di 3 mehên destpêkê de bê pere kar kirine lê niha bi vî karî debara jiyana xwe dikin.

Xebatkara Xwaringehê Hayat Mert got, “Çanda xwarinê li navçeya me gelekî dewlemend e. Nêzîkî 60 xwarinên me yên herêmî hene. Nifşê nû van xwarinan zêde çênakin. Muşteriyên me ji xwarinên me hez dikin. Jinên li gundan jî fêkî û sewzeyên hişkkirî dişînin vê derê û em wan li vê derê difroşin.”

Xwaringeh û Kafeya berhemên xwezayî ya Demeterê li navçeya Geverê di sala 2019an de hatiye damezrandin û niha 17 jin lê kar dikin û zêdeyî 50 jin jî li derveyî xwaringehê berhemên xwe bo firotinê dişînin vê derê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst