Li Şêxan berhemanîna petata %100 zêde bûye

Hewlêr (Rûdaw) - Cotkarên navçeya Şêxan zêdetirî nîviya pêdiviya Duhokê petatan berhem tînin. Wan zêdetirî 8 hezar donim erd petat çandine. Berhemê salane yê parêzgeha Duhokê 186 hezar ton e.

Pêwîstiya xelkê parêzgeha Duhokê bi 60 hezar ton heye. Her yek ji cotkaran nêzikî ji 80 ta 100 donimên erdî kirine petat. Berhemê îsal jî ku dê çend rojên bê bigihije, bi dilê wan e, lê tirsa wan ji wê ye, weke salên derbasbûyî, berhemê zêde di destê wan de bimîne.

Yek ji wan cotkaran dibêje, berhemê wan baş e lê pirsgirêka wan ew e ku divê ew petat li bazarê xerc bibe û daxwaz ji hikûmetê dike ku çareseriyekê bo vê pirsgirikê peyda bike.

Cotkarek din jî heman gazindê dike û dibêje, petatên wan serf nabin û ziyan digihije wan û divê çareyek ji wan re bê dîtin.

Li Şêxan zêdebûna berhemê petata bi rêjeya ji sedî sed zêde bûye û tê pêşbînîkirin bigihije 100 milyon kîloyan.

Ev di demekê de ye cotkarên vê deverê 6 sardxane ji bo parastina petatan hene û pêwîstiya wan bi 6 sardxanên din jî heye.

Yek ji berpirsên Rêveberiya Cotkariyê li Şêxan dibêje, her sal nirxê petata dadikeve ku cotkar zirarê dibînin û ji bo çareserkirina vê rewşê jî tekez dike divê, hejmara sardxanan bê zêdekirin, petatên li derve tên di werzê berhemanînê de bên ragirtin û petata bo derve bên hinardekirin.

Li Herêma Kurdistanê salane 250 hezar tonên petatan tên berhemanîn û pêwîstiya xelkê jî salane bi 200 hezar tonan e.

Şareza pêşbînî dikin, îsal li piraniya deveran berhem zêdetir be ji sala derbasbûyî.