Berfa çiyayên Bozê Sîna û Dalanper kêm nabe

Hewlêr (Rûdaw) - Deşta Mirgewer a Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê bi rez û bax û av û hewaya xwe bi nav û deng e û hebûna du lûtkeyên Çiyayên Bozê Sîna û Dalanper ên bi bilindahiya nêzikî 3480 metreyan, bedewiyeke taybet dide navçeyê. Her demsal berf li ser lûtkeyên van çiyan heye û nehele.

Hat diyarkirin ku bilindiya berfa li ser Çiyayê Bozê Sîna heta 5-6 metreyan, li hinek cihan jî digihe 10 metreyan.

Xelkê Mirgewerê her ji niha ve daxwazê ji geştyaran dikin, dema ku ew di werza germê de serdan dikin, paqijiya wê biparêzin.

Piştî derbasbûna du mehên demsala biharê jî wek çileya demsala zivistanê berf û serma li ser Çiyayê Bozê Sîna kêm nabe.

Li Çiyayên Bozê Sîna û Dalanper ên li navçeya Mirgewer ya Urmiyê heta niha bê berf nehatine dîtin û tu caran jî pileyên germê lê bilind nabin.

Çiyayên Bozê Sîna û Dalanper ên serkêş û berfîn, dikevin başûrê rojavayê bajarê Urmiyê li sêgoşeya navbera Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê lê lûtkeyên Bozê Sîna û Dalanper di nav axa Rojhilatê Kurdistanê de ne.

Hat destnîşankirin, Çiyayên Bozê Sîna û Dalanperê ku dikevin kêleka Deşta Mirgewer zêdetirî 50 gund lê hene û navçeyeke ji sedî 100 Kurdnişîn e.

Şêniyê herêmê Necat Ebdulmecîdî got, “Bilindahiya çiyayê Bozê Sîna 3480 metr û bilindahiya Dalanperê jî 3449 metr in.”

Hat diyarkirin ku nav û dengê berfa Bozê Sîna û gola Mam Şêx ya Dalanper wiha kiriye ku ji navçeyên cuda yên Kurdistan û Îranê, serdanên zêde yên geştyariyê hebin.

Her ji niha ve xelkê navçeyê dilgiraniya têkdana jîngeha wê ye.

Celîl Berzincî anî ziman, “Ji bilî serma û mij û moranê, berfa di werza Zivistanê de ketiye serhev, balkêştirîn dîmenên wê navçeyê ne. Gewriya Bozê Sîna ku rêya çûn û hatina ji deşta Mirgewerê ber bi zozanan e, di van rojan de pêwîst e bê vekirin da ku koçer û xelkê navçeyê bikarin bigihin zozanan û karûbarên xwe bikin lê ji bo vekirina wê rêyê, divê 5-6 metrên berfê wê bên kerkirin û rakirin. Li hin cihan bilindahiya dirîdeyên berfa Bozê Sîna digehe nêzîkî 10 metran.”

Lûtkeyên bilind û ji berfê spî, serî di nav ewran de, li Mirgewer a deşta kesk û tijî bax û rez dinêre, lewra neheq nîn in ku xelkê navçeyê jê re bêjin, Deşta Dilan.