Bazirganê Kurd, Xelata Murex d'Orê werdigire

Hewlêr (Rûdaw) - Xwediyê Banka Dîjîtal a FIByê Kawe Rêkanî, dê bi merasîmekê li Lubnanê Xelata Murex d'Orê ya Navdewletî wergire.

Xwediyê Banka Dîjîtal a FIByê Kawe Rêkanî, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku dê îşev Xelatên Murex d'Orê bên dayîn.

Kawe Rêkanî da zanîn ku xelata bazirganiyê ew tenê werdigire û xelatên din hemû yên hunerî ne.

Kawa Rêkanî damezrênerê yekem banka dîjîtal a li Rojhilata Navîn e.

Ew kesên serkeftî yên ku li welatên Ereban veberhênanê û xebatên bazirganiyê dikin Xelatê Murex d'Orê werdigirin.

Xelatê Murex d'Orê salane ji aliyê Lubnanê ve tê dayîn û cara ewil sala 2000an hatiye dayîn.

Xelatê Murex d'Orê di warên hunerî de tên dayîn û tenê xelateke ku ne hunerî ye heye.

Banka FIByê banka ewil a dîjîtal a Îraqê ye û sala 2020î ji aliyê Kawe Rêkanî ve hatiye avakirin.

Armanca Banka FIByê ew e ku di sîstema bankan a Îraqê de guherînekê bîne holê.