Li Rihayê hevdemê Girê Mirazan: Kela Çimdîn

17-09-2022
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Kela Çimdîn Riha Şûnwarê Dîrokî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şûnwarê dîrokî Kela Çimdîn a li navçeya Wêranşarê ya ser bi Rihaya Bakurê Kurdistanê ve di çend salên dawî de piştî Girê Mirazan û Qûça Keçlê sêyemîn cih e ku bala miroveyetî û cîhanê dikşîne. Di kolandinên heta niha de gelek berhem û cihên dîrokî hatin dîtin. Berpirsên Wêranşarê jî hêvî dikin xebatên kolandinê zû birêve biçin, da ku ev cih bibe navendeke geştiyariyê.

Qeymeqamê Wêranşarê Onder Çengel got “Xebatên girîng tên kirin û em ê dê ji bo sektora geştyariyê sûdê jê werbigrin. Em wek Qeymeqamtî û xelkê Wêranşarê ji bo kolandin baş birêve biçin, bi her awayî piştgiriyê didin şanda akademîsyen a kolandinê.”

Pispor pêşbînî dikin ev der jî wek Girê Mirazan ku dîroka wê vedigere berî 12 hezar salan, yek ji cihê herî kevin ê niştecîbûna mirovayetiyê ye.

Akademîsyenê Arkeolog li Zanîngeha Stenbolê Emre Guldogan dibêje “Berî 2-3 salan Girê Mirazan li cîhanê di asta xwe de tekane cih dihate qebûlkirin. Bi van projeyan hat dîtin ku ji rojhilatê Rihayê heta rojavayê wê gelek cihên hevdem û pêwendiya wan bi Girê Miraza re hene. Ev ji bo jinûve nirxandina serdema Neolîtîk gelekî girîng e.”

Li Rihayê salên dawî cihên dîrokî ku wek cihên destpêka niştecîbûna mirovayetiyê têne qebûlkirin bala mirovayetiyê dikşînin. Herî dawî jî li gundê Sêderiyê Qûça Keçlê wate (Qûça Keçel) hat dîtin ku bi Girê Miraza re hevdîrok e. Cihên dîrokî yên Rihayê bala zanistê dikşînin û derbarê Serdema Neolîtîk de zanyariyên girîng dihewînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst