Piştî erdhejê serdana geştyaran bo Çiyayê Nemrûdê berdewam e

16-04-2023
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Çiyayê Nemrûdê Geştiyar Semsûr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê piştî erdhejê geşta grupên biyanî destpê kiriye. 12 grup geştyar ji Almanyayê hatine ku serdana Çiyayê Nemrûdê bikin.

Di erdhejên 6ê Sibatê de parêzgeha Semsûrê yek ji wan parêzgehan bu ku wêraniyeke zêde lê çêbûye.

Rêveberê Çand û Geştyariyê dibêje piştî erdhejê yekem grupa geştyarên biyanî di destpêka meha Nîsanê de hatine û çaverê dikin her biçe hatina wan zêde bibe.

Rêveberê Çand û Geştyariyê ya Semsûrê Abuzer Gelse dibêje “Di sala 2022an de ji bo 4 hezar kesan cihê me hebû lê piştî erdhejê ev yek %50 kêm bûye. Niha ji bo 2 hezar kesan cihê me heye û tenê 650 cih tijî ne. Hêvîdarim di nav du hefteyan de ev hejmar hezar kesî derbas bike.”

Geştyarên ji  Almanyayê hatine li ser Pira Gendereyê ber bi Çiyayê Nemrûdê dimeşin da ku biçin peykerên dîrokî bibînin.

Abuzer Gelse got jî “Li herêma erdhejê, wek parêzgeh yekemîn car me sezona geştyariyê vekiriye. Hefteya borî jî 6 grupên geştyaran ji Koreya Başûr hatibûn. Ligel vê yekê daxwaza geştyarên ji Amerika, Îtalya û Almanyayê jî zêde ye. Em çaverê dikin ku nêzîkî 130 grupên din yên biyanî bên herêmê.”

Li gor Rêveberiya Çand û Geştiyariyê ya Semsûrê di erdhejên navend Mereşê de zerar gihiştiye cihên dîrokê yên wek Girê Qerequş, Keleha Kevn ya Kalikê û Arsamia, lê li Çiyayê Nemrûdê ku peykerên dîrokî lê ne ti zerarek çênebûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst