Geştyar serdana Gola Fêlawê dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Di vê demsalê de hejmareke mezin ji komên çiyager ji bo derbaskirina şeveke Remezanê diçin Gola Fêlawê, bi sedan geştiyarên navxwe û biyanî serdana wê derê dikin û wêneyan digirin.

Komeke çiyager geştek ji bo Gola Fêlawê kirine û bi hev re taşteyê amade dikin. Şino Ehmed û Dalya Mihemed ji Silêmaniyê çûne Gola Fêlawê, xwarineke biharê amade dikin. Xwarina wan a sereke Gêlaqe ye, giyayek e li derdora Gola Fêlawê derdikeve û ew jî ji xwe re çê dikin.

Çiyager Şino Ehmed ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî û got, "Xwarina me gelek e lê dema ku me dît li vê derê giyayê gêlaqe heye, me xwest bibe xwarina me ya sereke ji bo vê berbangê."

Çiyagera bi navê Dalya Mihemed jî wiha got: "Giyayeke xwezayî ya bi sûd e û li vir gelek e û amadekirina wê jî hêsan e, ji ber vê em ê îro bikine xwarina xwe ya sereke."

Gola Fêlawê, neh kîlometreyan dûrî rojhilatê navçeya Çoman a ser bi Hewlêrê ye, 1785 metre li ser asta deryayê bilind e.

Çiyager Jîno Refîq anî ziman, "Meriv nikare di meha Remezanê de biçe çiyayên dûr û dijwar. Em dixwazin her meh bigerin lê seferên Remezanê wek seyranê ne û em xwe nawestînin."

Germahî li Gola Fêlawê di van demên salê de, di nava rojê de 14 derece ye û bi şevan heta 5 dereceyan dadikeve. Berî avabûna rojê beqên Gola Fêlawê dest bi senfoniyê dikin, wekî nîşana pêşwaziya şeveke nû. Di vê demê de Çiyayê Hesarê Sekran di ava golê de xwe baştir nîşan dide.

Piştî berbangê geştyaran xwarina xwe xwarin û zikê xwe têr kirin û piraniya wan li hev kom bûn û çalakiyeke hunerî li dar xistin.

Endama Koma Çiyageran Çira Qasim got, “Em şevê heta berbangê ranakevin. Em xwe bi çalakiyên hunerî û axaftinên xweş mijûl dikin û di nava komê de kesên dengxweş hene, ew şeva me dixemilînin.”

Geştyar heta berbangê ranakevin û di nava sermayeke hênik de li hêviya paşîvê dibin. Piştî nimêja sibehê her kes diçe konê xwe û radikeve.