Hewlêr (Rûdaw) - Li Kilîsê, yek ji fêkiyê ku herî zêde tê çandin û berhemên cur bi cur jê têne çêkirin, tirî ye. Dimsê ku ji tiriyê wê deverê tê çêkirin, gelekî navdar e. Baxvan, dimsa xwe bi rêbazên kevn û resen çêdikin, bi temamî xwezayî ye û ti dermanî tev lî nakin. Ji 6 kîlo tirî, kîloyek dims derdikeve. Li Kilîsê, li ser rûberê 160 dekar zevî tirî tê çandin, par li seranserî bajar 500 ton dims hatiye berhemanîn û îsal pêşbînî ew e ku 100 ton dims were çêkirin.
Rezên tiriyan li parêzgeha Kilîs a Bakurê Kurdistanê, baxvan tiriyan kom dikin û dikin dims lê ew bi rêbazên kevn û resen çêdikin, bi temamî xwezayî ye û ti dermanî naxin nav. Ji her 6 kîloyan yek kîlo dims berhem tînin.
Serokê Odeya Endazyarên Çandiniyê yê Kilîsê Guven Ozdemir got, “Li bajarê me tirî çavkaniyeke girîng a debara jiyanê ye. Her wiha rûbera 160 dekar zevî tirî berhem tê. Par li ser asta bajêr 500 tom dims berhem hatiye û îsal jî em pêşbînî dikin 100 ton dims bê berhemanîn.”
Ew destpêkê tiriyên xwe di hewzên tiriyan de diperçiqînin, ava wê digirin, hinek xweliya dara kizwanan dixin nav û dikelînin. Piştî wê dixin bîdonan û li ser banê xaniyan datînin, piştî rojekê dixin sêniyan û li ber tavê datînin û piştre dixin beroşên bafon 3-4 rojan dihêlin heta ku tama xwe digire. Piştî wê jî dixin qutiyan û bo firotinê amade dibe.
Dimsvan Muammer Ceritlioglu anî ziman, “Ev 15 sal in ez dims çêdikim. 50-60 donim rezê min heye. Em tirî ji bax kom dikin, tînin vir bi pêyan diperçiqînin, em li makîneyê naxin ji ber dema li mekîneyê dikeve tama wê diguhere. Bo tama wê neçe em bi rêbazên xwe berhem tînin.”
Du cureyên dimis çêdikin yek dimsa reş e û yek jî dimsa rojê ye. Dimsa reş ya ku tê kelandine li ser agir tê çêkirin. Dimsa rojê jî li ber tavê çêdibe, ew dibêjin ya ku li ber tavê tê çêkirin bitamtir e, zer e wek hingiv lê tê.
Ew vê dimsê hinardeyî tevahiya Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê dikin. Bi taybet herêmên ku sar in ji ber têçûya wan ya dimsê zêdetir e û zêdetir ji van deveran re dişînin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse