3 kesan Xelata Nobelê ya Aboriyê stand

Hewlêr (Rûdaw) - Daron Acemoglu, Simon Johnson û James Robinson Xelata Nobelê ya Aboriyê ya 2024an stand.

Li Akademiya Zanistên Şahîtiyê ya Swêdê konferanseke rojnamegeriyê hat lidarxistin û hilgirên Xelata Nobelê ya Aboriyê hatin eşkerekirin.

Prof. Daron Acemoglu, Prof. Simon Johnson û Prof. James Robinson ji ber xebatên xwe yên di avakirina saziyan û bandora xwe ya li ser refahê bûn xwediyên xelata îsal.

Daron Acemoglu Ermenî ye û sala 1967an li Stenbolê hatiye dinê.

Simon Johnson û James Robinson jî ji Brîtanyayê ne.

Par Prof. Claudia Goldinê ji bo xebatên xwe yên li ser “cihê jinan di hêza kar de” ev xelat standibû.

Xelatên Nobelê li ser wesiyeta Alfred Nobel ji 1990î ve tên dayîn û kesên ku xizmet ji mirovatiye re kiribe van xelatan distînin.

Xelatên Nobelê xelatên herî bipestîj ên cîhanê ne.

Kesên ku di beşên “fîzîk, kîmya, wêje, aştî û tib”ê de herî serkeftî ne van xelatan distînin.

Xelata Nobelê ya Aboriyê jî cara ewil sala 1969an bi biryara Banka Navendî ya Swêdê hat dayîn.