Hişkesaliyê bandor li Sewlawa ya Rojhilatê Kurdistanê nekiriye

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojhilatê Kurdistanê gelek navçe tûşî hişkesaliyê bûne lê hinek navçeyên Sewlawa û Merîwanê yê Sineyê hene ku ji ber hewaya hênik û ava zêde bandor li wan nebûye. Yek ji wan gundê Tiflî yê ser bi Sewlaweyê ye. Xelkê wê mijûlî çandiyê ne, ji ber hebûna bendavekê li ser gundê wan, zeviyên wan bêav namînin.

Gundê Tiflî yê li navçeya Sewlawa ya parêzgeha Sineyê, di nîva havînê de jî, dîmenên wê weke biharê xuya dikin. Ji ber av û hewayeke sazgar û hebûna bendavekê li ser wî gundî, êdî ew navçe bûne cihên pirav.

Xelkê wê cotkar û ajeldar in, piraniya zeviyên wan avî ne û kêşeya kêmaviyê nîne. Hewaya hênik û ava sar wiha kiriye ku hinek berhemên weke genim jî, di nîva havînê de bên dirûn. Berhemên din jî yên bîstanên berav in. Di demsalên cuda yên salê de tên çandin û berê wan tê rakirin.

Welatiyekî cotkar dibêje, “Ev der bi xatira erdnîgariya Bendava Garanê ya ku ji vir diherike, rewşa wê baş e, helbet ava demsalî. Ev bendava bûye, bendaveke gelekî baş ji bo Merîwan û Sewlawe.”

Welatiyê cotkar her wiha anî ziman, “Gundê me gelemperî bi çandiniya ceh, genim, tûfrengî, bamya û yonce re mijûl in.”

Li wî gundî pireke balkêş heye. Bireke helawêstî ye û ji tenekeyan hatiye çêkirin. Ji ber nebûna derfetan, xelkê gund berî 40 salan ew pir çêkiriye daku bikarin bi asanî ji rûbarên navbera çend gundan derbas bibin.

Xortekî ji gund, “Ev pir berî 40 salan hatiye çêkirin, di çêkirina wê de zehmeteke zor hatiye kişandin. Pir ji ber ku av di payîz û zivistanan de zêde dibe û xelk nikare biçe nav zeviyên xwe hatiye çêkirin.”

Li wê navçeyê gencên ku dixwînin, hinek ji wan li bajaran in lê yên din mijûlî ka rin. Karên wan jî, temen û jin û mêr nas nake, hemûyan karên xwe hene.

Weke wê dayika bi temen ku belkî şiyana çûn û hatina wê nebe lê li cihê xwe rûnşitiyê û teşiyê dirêse.