Hewlêr (Rûdaw) – Bajarê Mêrdîna Bakurê Kurdistanê bajarekî dîrokî, pirkultûrî û fireolî ye . Bajar li serê girekî hatiye avakirin û xanî, mizgeft û kenîseyên wê bi kevirê spî û zer ên wê deverê hatine avakirin û bi mîmariyeke balkêş ku berê tevan her li rojê ye. Mêrdîn niha bajarekî bijarte yê geştûgûzariye.
Mêrdîn, dema ku navê wî bajarî tê ser ziman, dîrok, kultûr, ziman, ol û lêborîn tên bala mirov. Bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê li ser çiyayekî ava bûye. Keleha wê ya kevin, hemû rêyên bajêr bi xwe ve girê dide û jê re tê gotin Mîrê Kelehan. Xaniyên wê bi hev ve girêdayî ne. Xanî, mizgeft û kilîseyên Mêrdînê bi kevirên xwe yên spî û zer navdar in.
Bajarê Mêrdînê giringiyeke wê ya dîrokî heye û ev yek di dikanên bi şêweya kevankî û avahiyên kevin de diyar dibe. Mêrdîn gelek ol, pêkhate û kultûrên cuda li xwe digire û xelkê wê bi zimanên Kurdî, Erebî, Tirkî û Aramî diaxivin.
Asûrî û Farisan şerên giran ji bo kontrolkirina bajêr kirine. Heyamekê Rom jî li Mêrdînê man. Misilmanan di serdema xelafeta Umerê kurê Xetab de bajar kontrol kirin. Di dema Merwaniyan de, Kurdan bi awayekî rêk û pêk bajar birêve birine.
Sînorên bajêr ji aliyê bakur ve bi Amedê û Êlihê, aliyê rojava Rihayê, li başûr Amûdê û Qamişlo û li rojhilat jî bi Colemêrg û Şirnexê ve tê girêdan.
Erda navçeyê ji sedî 52,6 çiyayî ye, 24,6 deşt û ji sedî 22,8 jî zozan in. Genim, ceh, nîsk, nok, pembû, garis û tirî lê tên çandin. Çiyayê herî bilind çiyayê Cûdî ye û (2.114 m) bilind e. Hewaya wê zivistanan sar e û havînan hênik e.
Bajar bi ava hênik û xwezaya xwe ya balkêş bala geştyaran dikişîne. Ji destpêka salê ve û heta niha milyonek û 400 hezar geştyaran serdana wî bajarî kirine û wek sala zêrîn ji aliyê geştyarî ve tê hesabkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse