Di Cejna Qurbanê de berê geştyaran li Mêrdînê ye

14-06-2024
RÛDAW
Nîşan Mêrdîn Cejna Qurbanê Geştyarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê yek ji navendên girîng ên geştyariyê ye. Bi hatina Cejna Qurbanê re bi hezaran geşiyaran berê xwe daye Mêrdînê.

Rêjeya geştyariyê li Mêrdînê gelekî zêde bûye.

Li seranserî Mêrdînê, 65 hotêl hene û heta niha, 25 hezar odeyên wan hotelan hatine dagirtin.

Tê pêşbînî kirin ku îsal zêdeyî milyonek geştyar biçin Mêrdînê û amadekarî  ji bo pêşwazîkirina geştyaran hatiye kirin.

“Di Cejna Remezanê de 900 hezar kes hatin Mêrdînê”

Serokê Komeleya Hotel û Geştyariyê ya Mêrdînê Ozgur Gurgor li ser kapasîteya geştyariyê wiha got:

“Di Cejna Remezanê de gelek geştyaran xwest bên Mêrdînê. Di betlaneya wê cejnê de 900 hezar kes hatibûn parêzgehê.

Hinek ji wan ji ber cih nebû çûn bajarên nêzîk û li wê derê man.

Dema cih namîne em jî xemgîn dibin. Niha di vê Cejna Qurbanê jî de otelên me ji sedî 95 tijî bûne.

Bi destpêkirina betlaneyê re hem bi turên navxwe û hem jî ji Rojhilata Dûr mêvanên tên Mêrdînê zêdetir dibin.”

Parêzgeha Mêrdînê bi berhemên wekî telkarî ku dîroka vê hunerê vedigere 5 hezar sal berê û cilûbergên Kurdî jî bala geştyaran dikşîne.

Herwiha li bajêr piranî xwarin û berhemên xwemalî tên firotin û dikandar ji zêdebûna geştyaran kêfxweş in.

Hatina geştyaran ji dukandar û esnafên Mêrdînê re jî dibe derfetek û bazara bajêr jî baştir dibe.

“Me haziriyên xwe kirine”

Dukandarê bi navê Ibrahîm Akdogan jî li ser hatina geştyaran wiha got:

“Bazara Cejna Remezanê ji bo me gelekî baş bû. Niha jî em nêzîkî Cejna Qurbanê bûne, hêvîdarim ev cejn jî baş derbas bibe.

Me amadekariyên xwe kirine, me cureyên şekirên cejnê amade kirine, şekirê behivan, loqim jî amade ne.

Her wiha qolonya û tiştên din. Hêvîdarim ji bo me bibe du cejn.”

Parêzgeha Mêrdînê bi cihên xwe yên dîrokî wekî mûzexane, Medreseya Kasimiyê, Deyrulzafaran û bajarê dîrokî yê Darayê tê naskirin her sal mazûvaniya bi hezaran geştyaran dike.

Geştyar herî zêde mehên nîsan û gulanê tên bajêr.

Tê texmînkirin heta dawiya salê hejmara geştyaran bigihêje yek milyon kesî.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst