Bi kutilk û serûpêyan li bajarê xwe binavûdeng bû
Silêmanî (Rûdaw) – Jina bi navê Tara Ebdullah Reşîd yekemîn car di nav malbata xwe de bi çêkirina serûpêyan navdar bû, paşî xwaringehek vekir û niha bi xwarinên xwe yên bi tam li Silêmaniyê tê naskirin.
Tara Ebdullah Reşîdê 45 salî li taxa Kanîskana Silêmaniyê rûdine. Tara dibêje; “Di destpêkê de, ji ber xwarinên xwe yên xweş di nav malbata xwe de navdar bûm. Lewma min biryar da ez vê behremendiya xwe bibim derve û li ser kar bikim.”
Tara Ebdullah Reşîd niha li Silêmaniyê xwaringehek bi navê Tara Xatûn vekiriye û gelek curên xwarinê difiroşe.
Tara Xatûn dibêje; “Niha hemû curên xwarinê li ba me hene. Kutilkên Silêmaniyê, kutilkên broş, birinc û goşt, goştê dîk û avgoşt, sarme, serûpê û gelek xwarinên kurdî hene.”
Di destpêka kar de Tara Xatûn xwaringehekî biçûk vedike û ew bi tevê 2 jinên hevkarê wê kar dikin. Lê piştî ku daxwaza ji bo xwarinên wê zêde dibe, xwaringehek mezintir ava dike. Niha 6 jin ligel wê kar dikin û beşek ji wan nav roj, beşek jî bi şev li xwaringehê ne. Ew bixwe jî ji sibê heta derengiya şev di xwaringeha xwe de ye.
Xwarinên herî navdar ên Tara Ebdullah Reşîd serûpê, mûmbar, ûrûrovî û kutilk in. Tara Xatûn dibêje; “Niha ji Kerkûkê, Kifrî, Kelar û Germiyanê jî tên ji bo xwarina serûpêyan. Gelek daxwaz hene û em xwarinê digihînin malan jî.”
Tara Xatûn metha xwarinên xwe dike û dibêje; “Gelek kes ji me dipirsin çima ferqa xwarinên we ligel yên din heye. Ez jî dibêjim tama xwarina Silêmaniyê wiha ye.”