Galeriya wêneyan

12-12-2016
17 Photos
RÛDAW

Meke (Rûdaw) –

 

Li tenişt Mizgevta Keibe li bajarê Meke yê Erebistana Siûdiyê bi dûriya 500 metran, pirtûkxaneyek heye, ku cihê ji dayikbûna pêxemberê îslamê Hz. Mihemed e.

 

Mihemed Ebdullah, pêxemberê ola îslamê di 12ê Rebîul Ewel a sala 571 a zayînî, li bajarê Mekeyê ji dayik bibû. Ewder heman cih e ku wehî (sirûş) û ayetên Quranê, kitêba pîroz a musilmanan li ser pêxemberê îslamê hat xwarê.

 

Desthilatdarên Siûdiyê weke rêzgirtinekê, mala bavê pêxember Mihemed, kirine kitêbxane.

 

Mala Ebdullah ê bavê Hz. Mihemed dikeve pêşberî saeta mezin û navdar a Keibebyê, lê belê musilmanên li Siûdiyê ti giringiyekê nadin roja ji dayikbûna pêxmber û merasîmên mewlûdê weke bid'et bi nav dikin.

 

Herwiha rayedarên Erebistanê naxwazin ku geştyarên olî bi giringî ve berê xwe bidin wî cihî û ji bo ku ew kitêbxane weke cihekê pîroz neyê temaşekirin, pasevan danîne derdora avahiya wê kitêbxaneyê.

 

Li Erebistana Siûdiyê, firqeya Wehabiyet serdest e û ew firqe tenê giringiyê dide Quran, Hedîs (gotinên Hz. Mihemed) û Sunnetê (jiyana Hz. Mihemed).