Gava dibêjin Miks, av û Feqiyê Teyran tên bîra mirov

Duh li 06:48
Necmî Orta
Çemê Miksê û Gora Feqiyê Teyran / Wêne: Rûdaw
Çemê Miksê û Gora Feqiyê Teyran / Wêne: Rûdaw
Nîşan Miks Feqiyê Teyran Wan Ciwanên Şoreşger Remzî Orhan
A+ A-

Miks (Rûdaw) - Gava behsa navçeya Miksê ya parêzgeha Wana Bakurê Kurdistanê tê kirin, av û helbestvanê mezin ê Kurd Feqiyê Teyran tên bîra mîrov. 

Miks di nava çiyayên asê de maye. Geliyê Miksê bi ava xwe ya sar û zelal navdar e.

Çem ji Serkaniyê derdikeve, tevlî Çemê Mezin dibe û diherike.

Helbestvanê mezin ê Kurd Feqiyê Tayran di helbesta xwe ya bi navê "Hey Av û Av" de behsa vê kaniyê dike.

Ji xwe dema dibêjin Miks û av, Feqiyê Teyran tên bîra mirov.

"Feqiyê Teyran rûmeta Kurdan e"

Kesayetê naskirî yê Miksê Remzî Orhan li ser Feqiyê Teyran wiha axivî:

"Feqiyê Teyran berî her tiştî rûmeta Kurdan e, bi taybetî jî rûmeta Miksê ye.

Feqî bi eslê xwe Miksî ye. Hinek dibêjin ew ji mala mîrekên Miksê ye.

Heta Mîrê Mîran ê Wanê Xusrev Paşa terîfa îdarî ya Miskê kiriye û tê de dibêje, kurekî Xan Evdal Begê Miksî şair e."

Feqiyê Teyran di sedsala 16an de jiyaye û ji bo wêjeya Kurdî ya klasîk berhemên giranbiha yên wekî Hespê Reş û Şêxê Senan nivîsandine.

Remzî Orhan hinek berhemên Feqiyê Teyran wiha bi nav kir:

"Xan Dimdim, Qewlê Hespê Reş, Şêxe Senan, Bersîsê Abid û esera wî ya Ay Dîlberê."

Helbesta Feqiyê Teyran a Ay Dîlberê heta îro jî wekî stran li ser zimanan e.

"Feqiyê Teyran Shakespeareyê Kurdan e"

Remzi Orhan wiha pê de çû:

"Feqiyê Teyran di heman demê de hevdemê Melayê Cizîrî ye jî.

Ew çûye Findikê û li wê derê medrese jî ava kiriye.

Hatiye gundekî Hîzanê ku jê re Şandîs dibêjin maye.

Li wê derê jî mizgeftek ava kiriye. Ew Shakespeareyê Kurdan e."

Feqiyê Teyran di gelek helbestên xwe de behsa Miksê kiriye.

Îro gora helbestvanê mezin li gundê Werezozê ye ku salane bi hezaran kes diçin ser gora wî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst