AMED - ‘Kargeha Çîrokên Afirîner’ dest pê dike

12-10-2023
Nîşan Kargeha Çîrokên Afirîner Amed Hebhinarê Çîrok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ji bo zarokên Amedê “Kargeha Çîrokên Afirîner” tê lidarxistin.

Komeleya Wêjekarên Kurd (KWK) û Komeleya Lêkolinên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) dê bi hevkariya Weşanxaneya Moriyê, ji bo zarokên Amedê “Kargeha Çîrokên Afirîner” li dar bixin.

Kargeha zarokan, 15ê Çiriya Pêşînê li Zarok Mayê dest pê dike.

Kontejana wê bi 15 zarokên ku temenê wan di navbera 10-14 salan de hatiye sînordarkirin.

Kargeh dê hefteyekê di navbera demjimêr 16:00 û 17:00an de berdewam bike.

Nivîskar Mem Bawerê ku 14 pirtûkên zarokan nivîsine jî beşdarî kargeha zarokan dibe.

Dê di kargehê de dê çîroka kurdewar û folklorîk a bi navê “Hebhinarê” bê xwendin.

Beriya xwendinê dê fikir û ditinên zarokan ji wan bên pirsîn, paşê dê çirok bê xwendin.

Pişti xwendina Hebhinarê dê kargeh bi pirs û bersiv û nirxandinan bidome.

Herî dawî dê zarok çîrokên xwe binivîsînin û dê li ser van çîrokên ku zarokan nivîsandine gotûbêj bên kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst