Fatîheyê li ser gora pîrê zerdeştiyan, Pîremegrûn dixwînin

Silêmanî (Rûdaw)- Rûberekî berfireh ji Başûrê Kurdistanê çiya û bilindahî ne. Di nava wan çiyayên bilind e dar û kaniyan seyrangeh çêkirine.

Li nêzîkî gundê Zêwê yê ser bi nahiyeya Pîremegrûnê li parêzgeha Silêmaniyê, seyrangehek heye ku welatî di rojên bêhinvedanên xwe de qesta wê dikin.

Gora yek ji mezinên Zerdeştiyan bi navê Pîremegrûn li wê seyrangehê ye û xelk serdana wê jî dikin û fatîheyekê li ser dixwînin.

Yek ji xelkên wî gundî bi navê Ebdulah Sofî Kerîm dibêje: “Beşek ji xelkên gund karê rez û baxan dikin, hinek jî ajelan xwedî dikin. Niha 40 mal di gundê Zêwê de ne.”