Berlinale – 23 kurtefîlm pêşbirka xelatê dikin

Berlîn (Rûdaw) – Îsal di 67emîn festîvala fîlman a Berlînaleyê de, tenê 23 kurtefîlm ji 19 welatan ve beşdar bûne.

 

Rêvebira Giştî ya Beşa Kurtefîlman a Festîvala Berlînaleyê, Maike Miya Hohne ji Rûdawê re ragihand: “Li vir hemû fîlmên cuda hene, weke anîmasyon, fîkşen û dokyumentarî. Ligel wê çendê jî hemû (fîlm) ji asta ku dihat çaverêkirin, bilindtirin, bi taybet fîlmên kurt. Bi rastî bi curekê hatine diyarkirin, weke ku tu bêjî ku tu wan dixwazî”.

 

Hohne herwiha dibêje: “Me 5 bername hene. Ji hemû aliyên cîhanê ve fîlm ji me re hatine ku vir hemûyan kom dike, bûguman hemû guhertinan dixwazin. Hemû dixwazin berdewam tiştên nû bibînin, em bi ratsî hewl didin nêrînan şêwaza dîtinan biguherînin. Em hewl didin ji hev fêm bikin, bo têgihîştina ji hevdu jî, pêwîst e em pêgeha ewên din bibînin û li wê têbigihîjin. Ev tişteke ku piraniya fîlman dixwazin encam bidin li ser dîtinan”.

 

Kurtefîlên ku li Festîvala Berlinaleyê tên nimayişkirin, divê fîlmên bihêz û bi bandor bin. Ji sala 1953ê ve Festîvala Berlinale, kurtefîlman xelat dike û xelatên Hêrçê Zêrîn û Hêrçê Zîv dide wan. Xelata sêyem jî xelateke kompanyaya Audi ye ku nêzîkî 20 hezar euro ye.

 

Derhêner Alexandra Shulman li ser wê baweriyê ye ku divê sînema bi navdewletî bibe û ji Rûdawê re dibêje: “Çavkaniya îlhama me bo karê me, jiyana me ye û ewa ku em hest pê dikin û çawan em civakê dibînin. Em hewl didin ji bînerên navdewletî re jî biaxivîn, heta bo wan kesan jî ku beşeke biçûk in, yan renge weke çîrokeke biçûk xuya bikin. Em têgihîştine, em bi derbasbûna dem berteka raya giştî dizanîn, ku ev yek jî xwedî bandor e. Di rastiyê de em di nav fîlman de li ser jiyana hemû kesî û arîşeyên hemû kesekî diaxivîn”.

 

Festîvala fîlman a Berlinale roja 9ê vê mehê dest pê kir û dê heta 19ê Sibatê berdewam be. Rûdaw bi rêya tîmeke berfireh ve vê festîvalê rûmal dike.