Li Stenbolê kîjan sazî kursên Kurdî didin?

10-10-2023
Nîşan Stenbol Kurdî Kurs Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ÎSMEK Mala Edebiyatê ya Stenbolê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê ku zêdeyî 4 milyon Kurd lê dijîn hejmara saziyên kursên taybet ên fêrkirina Kurdî didin zêde dibe.

Gelek saziyên cuda ragihand ku li cem wan serlêdanên ji bo kursên  Kurdî dest pê kiriye û ew li benda fêrxwazan in.

Ji ber li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û perwerdeya bi zimanê Kurdî nayê dayîn bi hezaran Kurd bi rêya kursan fêrî xwendin û nivîsîna Kurdî dibin.

Piştî ku di sala 1991ê de qedexeya li ser Kurdiyê rabû Ensîtîtuya Kurdî ya Stenbolê hat avakirin û ji wê demê ve kursên Kurdî dide.

Ensîtîtuya Kurdî ya Stenbolê ji roja ku hatiye avakirin ve kursên Kurdî dane zêdeyî 20 hezar kesî.

Kurs 14ê mehê dest pê dikin

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê li ser hesabê xwe ya medyaya civakî ragihand ku kursên wan ên Kurdî 14ê Çiriya Pêşînê dest pê dikin.

Enstîtuyê da zanîn ku kesên dixwazin li Stenbolê fêrî Kurdî bibin dikarin serlêdanên xwe ji niha ve bikin.

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê bi Kurmanciya Jêr (Soranî), Kirmanckî (Zazakî) û Kurmanciya Jor (Kurmancî) dersên Kurdî dide.

Kesên dixwazin serlêdanê bikin dikarin li ser malpera saziyê formên serlêdanê dagirin û navên xwe ji bo kursên Kurdî tomar bikin.

ÎSMEK jî kursên Kurdî dide

Li aliyê din piştî Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Enstîtuya Stenbolê (ÎSMEK) ya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê jî kursên Kurdî dide.

Vê saziyê cara yekem sala 2020î dest bi kursên Kurdî kir.

Niha ew sazî jî bi zaravayên Kurmancî û Kirmanckî kursan dide.

Derdora 2 hezar kesan li ÎSMEKa ku 3 sal in kursên Kurdî dide ev kurs wergirtine.

Bi destpêkirina demsala payîzê re serlêdanên kursên Kurdî li ÎSMEKê jî dest pê kiriye û serlêdan hîn berdewam in.

Kesên dixwazin fêrî Kurdî bibin dikarin ji malpera ÎSMEKê serlêdanên xwe bikin.

Mala Edebiyatê ya Stenbolê ji kursan dide

Mala Edebiyatê ya Stenbolê jî dest bi kursên Kurdî kiriye.

Vê saziyê jî 5ê Çiriya Pêşînê bi daxuyaniyekê ragihand ku serlêdanên wan ên kursên Kurdî dest pê kiriye.

Ev sazî jî bi zaravayên Kurmancî û Kirmanckî kursên Kurdî yên online û rûbirû dide.

Mala Edebiyatê ya Stenbolê, di çarçoveya bernameyeke 10 hefteyî de Kursên Kurdî dide fêrxwazan û mamoste jî Sîpan Haco ye.

Kesên li Stenbolê ne û dixwazin Kursê Kurdî wergirin dikarin bi rêya online serî li vê saziyê jî bidin û fêrî xwendin û nivîsîna Kurdî bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst