Li Keleha Ayanîsê ya 2700 salî skeletekî mirovan hat dîtin

10-08-2023
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Hîcab Rojhilatê Kurdistanê Îran Keleha Ayanîsê Skelet
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Keleha Ayanîsê ya ku 2 hezar 700 sal berî niha hatiye lêkirin cara yekem e skeletên mirovan tên dîtin.

Li Keleha Ayanîsê ya li navçeya Tuşbayê ya parêzgeha Wanê 36 sal in ku arkeolog bênavber kar û xebatên kolanê dikin.

Di kolanê de cara yekem e ku li kelehê beşeke 4 jûrî, skeletekî mirovan û xişrên ku pê re hatine veşartin hatin dîtin.

“Skeletê ciwanekî ku baş hatiye parastin hat dîtin”

Akamîsyenê Beşa Şûnwarnasiyê ya Zanîngeha Ataturkê Prof. Dr. Mehmet Işikli li ser dîtina skeletekî mirovan got:

“Keleha Ayanîsê navendeke girîng a kolanên serdema Urartûyan e. Ji aliyê şûnwarnasiyê ve pirsgirêkên wê yên zêde hene.

Bi awayekî balkêş heta niha di nav kelehê de li cihê jiyanê şopên mirovan nehatibûn dîtin. Hefteya borî li qada pişt min skeletê ciwanekî ku bi awayekî baş hatiye parastin hat dîtin.”

Piştî lêkolînên li ser gor û skelet, dê derbarê dîrok, çand û şaristaniya Urartûyan de zanyariyên nû bêne bidestxistin.

“Guhar, gerden û morik jî hatin dîtin”

Akademîsyenê Beşa Şûnwarnasiyê ya Zanîngeha Ataturkê Prof. Dr. Mehmet Işikli herwiha anî ziman:

“Dê xebat li ser bêne kirin û nasname û sedema mirinê bê tespîtkirin. Li derdora skelet xişirên weke guhar, gerden û morikan hatin dîtin.

Herwiha gelek firax jî hatin dîtin. Dibe ku gora kesekî girîng ê perestgehê be. Piştî lêkolînan dibe ku em zanyariyên girîng bi dest bixin.”

Keleha Ayanîsê 2 hezar û 700 sal berî niha ji aliyê Şahê Urartûyan Rusayê Duyem ve li kêleka Gola Wanê li cihekî bilind û stratejîk hatiye avakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst