Hingivê Kurdistanê bû hingivê herî baş ê Asya û Erebistanê

Hewlêr (Rûdaw) – Hingivê Kurdistanê, di nava hingivên welatên Asya û Erebistanê de bû hingivê herî baş.

Îsal “15emîn Festîvala Hingiv a Navneteweyî” li bajarê Belcureşiyê yê Erebistana Siûdiyê hate lidarxistin.

Festîval 8ê Tebaxê hate lidarxistin û 120 nûnerên 40 ji welatên cuda beşdarî festîvalê bûn.

“Hingivê Kurdistanê bêhempa ye”

Serokê Tora Mêşvanên Kurdistanê Arif Şêrwan da zanîn ku di festîvalê de hingivê Kurdistanê bûye yekem û got:

“Ji bo pêşbirkê ji navçe û bajarên başûrê Kurdistanê hingivên cuda hatin komkirin. Şandeke me ya hevpar ev hingiv birin vê festîvala ku welatên Asya û Erebistanê tevlî bûbûn.

Careke din hate dîtin ku hingivê Kurdistanê bêhempa ye û bû hingivê herî baş.”

Hinek welatên Ewropa û Erebistanê hingivê Kurdistanê dixwazin

Berdevkê Wezareta Çandiniyê ya Herêma Kurdistanê Hîwa Elî jî ragihand ku hingivê Kurdistanê dîsa bû yekem û wiha berdewam kir:

“Niha hinek welatên Ewropa, Erebistan û Kendavê hingiv dixwazin ji me. Dê ev daxwaz, li ser hinardeya hingivê Kurdistanê bandoreke erênî bike.”

Hîwa Elî amaje pê kir ku ew dixwazin hingiv jî bikeve nav wan berhemên ku Kurdistan difiroşe derveyî welêt.

Hingivê Kurdistanê cara ewil, sala 2009an li Parîsa paytexta Fransayê bûbû hingivê herî baş.

Li aliyê din, li Herêma Kurdistanê 17 hezar mêşvan hene. Salane ji 700 hezar kewarkên hingiv nêzîkî 400 tonî hingiv tê derxistin.