Li Şirnexê nerîteke 300 salî: Serdana Ziyareta Mele Derwêş

08-10-2022
Aydin Bayram @aydn_byram
Li Şirnexê nerîteke 300 salî: Serdana Ziyareta Mele Derwêş
Li Şirnexê nerîteke 300 salî: Serdana Ziyareta Mele Derwêş
Nîşan Ziyareta Mele Derwêş Gundikê Melî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serdana Ziyaretên Melayan nerîteke 300 salî ye ku ji bav û bapîran heta niha jî berdewam in. Li bajarokê Gundikê Melî yê parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê her sal Pêncşema yekem a Cotmehê xelkê vê deverê berê xwe didine ziyareta Mele Derwêş. Mele Derwêş alim û zanayekî terîqeta Qadirî bûye û di salên 1700an de ji devera Goyan hatiye û li wê navçeyê bi cih bûye.

Piştî ku wefat jî dike bi sedan sal e bi vê çalakiyê navê xwe li ser vê axê hiştiye, kesên ku berê xwe didine vê ziyaretê Quranê dixwînin û nimêja bikom dikin û duayan ji bo xwe dikin.

Goristana bajarokê Gundikê Melî yê li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê her sal Pêncşema yekem a Cotmehê xelkê vî bajarokî bikom serdana goristanê dikin ku ziyaretê Mele Derwêş jî tê de ye. Nerîteke ku zêdeyî 300 sal in ji bav û bapîran maye û heta niha di nav xelkê navçeyê  de berdewam dike.

Rektorê Zanîngeha Şirnexê Abdurahîm Alkiş ku bixwe jî ji Gundikê Melî ye, anî ziman, “Tirba Mele Derwêş di vê ziyaretê de ye, bi navê wî hatiye zanîn, jê re dibêjin Zêwa Mele Derwêş lê mixabin ev nav hatiye jibîrkirin û niha bêhtir dibêjin ser ziyaretê. Li vê ziyaretê xizmên me, mirovên me hemû li hev kom dibin, xitma Quranê dixwînin, paşê duayan dikin, nimêjê dikin. ”

Serê sibehê jin, zarok kal û pîr hemû bihevre qesta vê derê dikin. Kon tên vedan, Quran tê xwendin û nimêja bikom tê kirin. Duayên xêr û qenciyê tên kirin. Ji bo nehez û neyaran jî nifir.

Welatî Nezahat Bayram anî ziman, “Xwedê tifaqê bide memleketê Kurdan, Kurdistanê. Xwedê hêzê nede wan kesên xêrnewaz. Xwedê çavê neyarên Kurdan tarî bike.”

Ji bilî çalakiyeke olî ev serdan ji bo wan weke seyranekê jî ye. Piştî îbadet, dua û xwendina Quranê, xwarinên herî navdar ên vê deverê bi destê dayikan tên çêkirin û li ser beşdarvanan tên dabeşkirin.

Welatî Ehmed Rençber got, “Têne vê derê xwarina xwe çêdikin, ziyafeta xwe dikin, alim diçine ziyaretê Quranê jê re dixwînin, yên din jî li vir ziyafetê dikin û zemanê diborînin. Beriya bav û bapîrên me ve dewam dike.”

Ev çalakî di nav xelkê navçeyê de weke Zêwa Mele Derwêş tê binavkirin. Li gor çavkaniyan Mele Derwêş alim û zanayekê terîqeta Qadirî bûye û di salên 1700ê de ji devera Goyan hatiye û li Gundikê Melî   bicihbûye.  Lê piştî ku wefat dike jî  bi sedan sel e bi vê çalakiyê navê xwe li ser vê axê hiştiye. Gundîkî dibêjin ew bi biryar in ku vê nerîtê çawa ku ji hinekan bo wan maye  bi heman awayî ew jî bo cîlên li pey xwe bihêlin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst