Li Xarpêtê geştyar serdana Gola Hezarê dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Xoxê ya ser bi parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê Gola Hezarê ku 26 kîlometre dûrî navenda bajêr e mazûvaniya geştiyaran dike.

Li Bakurê Kurdistanê bi bilindbûna pileya germê geştyarên navxwe û biyanî dest bi serdana Gola Hezarê kirine. Ji ber Coronayê du sal in hatina geştyaran bo vê herêmê çênedibû lê îsal hejmareke zêde ya geştiyarên ji parêzgehên wek Amed, Dêrsim, Meletî, Êlih, Çewlîg û Mêrdînê û ji welatên Hollanda, Almanya û Fransayê jî serdana golê dikin.

Bi armanca pêşwazîkirina geştyaran li derdora golê cihên wek mal, hotel, mêvanxane û qadên kampê hatine çêkirin û ji bo geşteke xweş di nav xwezayê de hemû derfet tên pêşkêşkirin.

Li gor amarên Parêzgariya Xarpêtê salane nêzîka 500 hezar kes serdana golê dikin ku li herêmê Gola Hezarê bûye navendeke girîng a geştyariyê.