Koşka Îshak Paşa di Cejna Remezanê de bû navenda geştiyariyê

Hewlêr (Rûdaw) - Koşka Îshaq Paşa ya li navçeya Bazîdê ser bi parêzgeha Agirî ya Bakurê Kurdistanê, di Cejna Remezanê de pêşwaziya geştyaran kir.

Koşka Îshaq Paşa ku berhemeke dîrokî ya Kurdan e û li cihekî bilindahiya wê ji deryayê 1900 metre hatiye çêkirin, bi mîmariya xwe ya resen bala geştyaran dikşîne.

Gestyar Ali Omer Uçler got “Berî niha ez nehatibûm herêma Bazîdê û Wanê. Cara yekemîne em hatin Koşka Ishaq Paşa yê û bi rastî gelekî xweş e. Dema min bihîst ku ev koşk di 100 salî de hatiye temamkirin ez matmayî mam.”

Li gor amarên Rêveberiya Çand û Geştê yê bajêr di rojên duyem û sêyem yên cejnê de 5 hezar û 959 û  sala borî jî ligel ku Corona hebû di nav salekê de 226  hezar  geştyarên xwecihî û biyanî serdana koşkê kirine.

Berpirsa Kompanya Geştê li Stenbolê Elif Ece dibêje “Ez li Stenbolê karê geştê dikim. Em grupek geştiyar hatin vê derê. Gelekî xweşike koşkeke nuwaze ye. Pêşniyar dikim hemû kes vê xweşikbûnê bibînin.”

Koşka Îshaq Paşa ku helbestvan û zanyarê mezin ê Kurd Ehmedê Xanî tê de sernivîsarî kiriye û perwerde daye, sala 1685an ji aliyê Evdî Paşayê kurê Mîr Mihemedê Pirbela ve dest bi çêkirina wê hatiye kirin û koşk piştî 99 salan, sala 1784an di dema Îshaq Paşa de hatiye temamkirin.