AMED - Dêra 1900 salî tê vekirin: ‘Çûyîna esmên a Îsa îfade dike!’

07-03-2024
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Xirîstiyan Dêr Amed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Gêlê yê parêzgeha Amedê dêreke ku dîroka wê vedigere hezar û 900 sal berî niha 2 sal in xebatên kolandinê lê berdewam dikin.

2 sal in di hundirê dêrê de xebatên kolandinên şûnwarnasiyê hatine destpêkirin û armanc ew e ku îsal biqede û ji geştyaran re bê vekirin.

Dêr navendeke girîng a bawermendên Xirîstiyan bûye û tiştên balkêş hatine dîtin.

“Bûyîn, mirin û çûyîna esmên a Îsa îfade dike”

Mamostayê Beşa Şûnwarnasiyê ya Zanîngeha Dîcleyê û Serokê Karûbarên Kolandinên Dêrê Prof. Dr. Vecîhî Ozkaya anî ziman:

“Me li vir tiştekî ku nimûneya wê li vê herêmê nîne dît. Ew jî fosîlê candarekî ye ku li Okyanûsa Pasîfîk dijî. Ev fosîl wekî “Dolarê Qûmê” tê binavkirin.

Li gorî baweriya Xirîstiyaniyê ev fosîl semboleke ku bi Îsa Mesîh ve tê girêdan. Ji ber ku ji 5 stêrkan pêk tê û baskê wê hene, sembola bûyîn, mirin û çûyîna esmên a Îsa îfade dike.

Ev yek nîşan dide ku hinek nirxên ji aliyê hemû Xirîstiyanan ve tên qebûlkirin di vê dêrê de hatine veşartin.

Wiha xuyaye li navçeyê Xirîstiyanan tiştên xwe yên herî pîroz û girîng di vê dêrê de veşartine û parastine.”

Berê rêyên ku dihatin dêrê gelekî zehmet bûn û geştyar bi hêsanî nedikarî biçûna ser lê niha rê jî tên çêkirin û ji sedî 80ê karê kolandin û nûjenkirina wê qediyaye.

Serokê Karûbarên Kolandinên Dêrê Prof. Dr. Vecîhî Ozkaya herwiha da zanîn:

“Di kolandinên ku li vir hatine kirin de, polikên welatên Ewropa û Osmaniyan ên sedsala 18-19an hatin dîtin.

Ev polik wê yekê nîşanî me didin ku heta sedsala 19an jî ev der wekî navendeke girîng bûye.”

Li gorî amarên fermî yên Şaredariya Gêlê, sala borî derdora 400 hezar geştyarî çûne navçeyê. Ji wan 75 hezar geştyarên biyanî bûne.

Piştî ku dêr ji geştyaran re bê vekirin, ew armanc dikin ku hejmara geştyarên biyanî bigihêje 300 hezarî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst