Li Reqayê Saziya Zimanê Kurdî tê vekirin

14 demjimêr berê
Xwendekarên li Reqayê / Wêne: Ji ber dîmenan
Xwendekarên li Reqayê / Wêne: Ji ber dîmenan
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Enerjiya Rojê Reqa Saziya Zimanê Kurdî Perwerde
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê dê li Reqayê Saziya Zimanê Kurdî veke.

Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser dest bi nûjenkirina sîstema xwendinê kiriye.

Endamê Hevserokatiya Perwerdeyê ya Reqayê Ismaîl el-Ehmed li ser xebatên nûjenkirina sîstemê got:

“Desteya Perwerdeyê, li bakur û rojhilatê Sûriyeyê ji bo xwendekarên me yên ezîz dest bi nûjenkirina sîstema xwendinê kiriye da ku bi şêwazên xwendina modern re bigunce.

Ev sîstem li gel standardên navneteweyî û rewşa welatên cîran digunce.

Sîstema nû li ser geşkirina fikra zanistî radibe, mamoste dê tenê hêsanker bin.”

Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser ji bo sala perwerdeyê ya 2024-2025an çend projeyên stratejîk dane ber xwe.

Projeya herî girîng jî ew e ku li bajarê Reqayê Saziya Zimanê Kurdî were avakirin.

Endama Hevserokatiya Perwerdeyê ya Reqa Zelîxe Ebdiyê diyar kir ku ew dê li seranserê Kantona Reqayê 6 dibistananên nû ava bikin.

“Em mizgîniyê didin xelkê Reqayê”

Zelîxe Ebdiyê diyar kir ku ew dê li Reqayê Saziya Zimanê Kurdî vekin û wiha axivî:

“Em mizgîniyê didin xelkê Reqayê ku em dê Saziya Zimanê Kurdî, Bexçeyê Nimûneyî yê Zarokan û Dibistana Nimûneyî vekin ku laboratuwar, pirtûkxaneya elektronîk û hola kompîteran li xwe dihewîne.”

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku 4 hezar û 100 dibistan ji bo sala perwerdeyê ya 2024-2025an amade ne.

Her wiha dê zêdetirî 44 hezar mamosteyan û 900 hezar xwendekar îsal di nav sîstema perwerdeyê de cihê xwe bigirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst